Prof. Graeber: Mirov weke 'koleyên hemdem' dijîn

Di konferansa li Hambûrgê rûniştina “Sanayiya Ekolojîk û Aboriya Komunal” de Prof. David Graeber, got, "Di cîhana me ya îro de mirov weke koleyan in. Mixabin em ne di ferqa wê de ne.”

Li ser esasê fikren Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan konferansa “Meydan Xwestina ji Modernîteya Kapîtalîst re 2” ya li bajarê Hambûrg di roja duyemîn de didome.

Beşa îro ya konferansê bi serenava “Sanayiya Ekolojî û Aboriya Komunal“ destpê kir. Prof. David Graeber di axaftina xwe bal kişand ser aboriya sanayî û komunal û got ku di cîhana me ya îro de koletiyeke hemdem tê jiyîn. Prof. Graeber anî ziman ku çareserî jî wê bi şoreşeke di sedsala 21. de mimkun be.

'MIROV WER DIHIZIRIN KU AZAD IN LÊ KOLE NE'

Prof. Graeber got, "Di dîrokî de koletî bi zora şûr dihat ferzkirin. Lê îro bi şêwazên cuda ye. Jiyana di roja me de koletiya hemdem e. Berê kole di ferqa koletiya xwe de bûn. Têkiliyên wan ên civakî hebûn. Îro mirov wer dihizirin ku azad in ne, lê kole ne. Di rastiyê de ne di ferqê de ne ku kole ne.”

Mirov niha difikirin ku wê robot bikevin şûna wan, nîqaş dikin û xemgîn dibin. Lê jixwe jiyan bûye robot.”

MÎNAKA ROJAVA

Prof. David Graeber, diyar kir ku pêwîst e raperîna gel a li Rojhilata Navîn wek şoreşekê bê dîtin û Rojava wek mînak da.

 

 

...