Polîtîkayên şer ên AKP’ê li Fînlandiya hatin protestokirin

Polîtîkayên şer ên dewleta Tirk li Fînlandiyayê bi girseyî hatin şermezarkirin.

Polîtîkayên şer ên dewleta Tirk li Fînlandiyayê bi girseyî hatin şermezarkirin. Piştî meşa li paytexta Fînlandiya ya Helsînkî girse li ber Konsolosxaneya Tirk civiya. Bi sedan Kurdistanî û dostên wan polîtîkayên şer ên AKP’ê protesto kirin.

Di çalakiyê de êrîşên artêşa Tirk li hember herêmên gerîlayan û polîtîkaya AKP’ê ya Rojava hat şermerzarkirin. Di çalakiyê de dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Qatil Erdogan”, “Hevkar AKP” gotin. Piştî desteguleke reş danîn ber konsolosxaneyê çalakî bi dawî bû.