Polîsên Tirk li Seyhan û Cizîrê bi çekan êrîşî gel dikin

Polîsan bi çekan êrîş birin ser welatiyên li Seyhan û Cizîrê êrîşa balafirên şer a artêşa Tirk li hember Herêmên Parastinê yên Medya şermezar dikin.

Polîsan bi çekan êrîş birin ser welatiyên li Seyhan û Cizîrê êrîşa balafirên şer a artêşa Tirk li hember Herêmên Parastinê yên Medya şermezar dikin.

Ciwanên li Taxa Hurriyet a navçeya Seyhan a Edeneyê hatin gel hev, Bulvara Guney Kuşagi li çûnûhatinê girtin, êrîşa hewayî ya li hember Herêmên Parastinê yên Medya, Komkujiya Pirsûs, operasyonên qirkirina siyasî şermezar kirin. Polîsên hatin cihê bûyerê bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî ciwanan kirin, ciwanan li ser esasê xweparastinê bi kevir û molotofan bersiv dan polîsan.

Li Cizîrê jî di navbera ciwanên dixwestin di ketina taxan xendekan bikolin û polîsan de pêvçûn derket. Di pêvçûnan de guleyên polîsan li gelek malan ketin û ciwanan jî bi fîşekên hewayî, molotof û bombeyên dengê bersiv dan polîsan.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê piştî balafirên arteşa Tirk Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kirin û li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê operasyonên qirkirina siyasî hatin destpêkirin welatî ji bo bertekên xwe bînin ziman di têketina taxan de dest bi kolandina xendekan kirin.

Welatiyan diyar kirin ku polîs dema dikeve nava taxan belasebep wan binçav dikin û polîsan duh şev gelek welatî binçav kirine. Welatiyan bi lêv kirin ku ew naxwazin polîs bikevin nava taxan lewma wan dest bi kolandina xendekan kirine.

Piştî hat zanîn ku li taxên bajar xendek tên kolandin bi dehan wesayitên zirxî xwestin bikevin nava taxan. Di ketina taxan de Polîsan bi guleyan êrîşî ciwanan kirin û ciwanan bi fîşekên hewayî, molotof û bombeyên deng xwestin ketina polîsan a taxan de asteng bikin. Hat ragihandin ku rageşiya di navbera polîs û ciwana li Taxa Ş. Yêrivanê (Nur) berdewam dikin.