Polîsên Tirk êrîşî konê taziyeyê kirin

Polîsên Tirk êrîş birin ser konê dihat xwestin ji aliyê SDP’ê ve ji bo Fermandarê Hêzên Azadiyê (BOG) Bedrettîn Akdenîz (Ekîn Înce Memed/Suphî Şoreş) bê vedan. Namzeta HDP’ê ya Îzmîrê Zeynep Uzunok jî di nav de 30 kes hatin binçavkirin.

Rêxistina Îzmîrê ya SDP’ê xwest ji bo Fermandarê Hêzên Azadiyê (BOG) Bedrettîn Akdenîz (Ekîn Înce Memed/Suphî Şoreş) ê li Kobanê di şerekî li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da li ber Sumerbanka kevin konê taziyeyê vede. Polîsên qad dorpêç kirin, gotin wê destûr nedin vedana kon û ger israr bê kirin wê mudaxele bikin. Dema SDP’yiyan pankart dadilqandin, polîsan wêneyên şervanên YPG/YPJ’ê û pankart qetandin û êrîşî komê kirin. Di bûyerên bi êrîşa polîsan destpê kirin Namzeta HDP’ê ya Îzmîrê Semra Uzunok jî di nav de 30 kes ji aliyê polîsan ve hatin kaşkirin û binçavkirin. Hat diyarkirin ku welatiyên hatine binçavkirin birine Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê.

Di vê navberê de nûçegihanê rojnameya Gelecek ê xwest dîmenên êrîşê bikşîne jî hat binçavkirin, polîsan nehiştin rojnamevan dîmenan bikişînin.