Polîsê Elman girt ser maleke welatparêz

Polîsên Elman ê digire ser malên welatparêzan bi hincetên dûrî rastiyan lêgerînan dikin.

Polîsên Elman ê digire ser malên welatparêzan bi hincetên dûrî rastiyan lêgerînan dikin.

Li bajarê Bremen ê Elmanyayê polîsên Elman deriyên mala welatparêzê Kurd Kadrî Saka şkandin, bi ser malê de girtin û bi hincetên dûrî rastiyan lêgerîn kirin.

'ZAROKÊN MIN LI ERDÊ DIRÊJ KIRIN Û KELEPÇE KIRIN'

Saka, diyar kir ku danê sibehê gelek tîmên antî teror ên rûgirtî deriyên mala wî şkandin û girtin ser malê. Saka got, "Firsend nedan ez pirs bikim bê bi çi heqî girtine ser malê, ez û zarokên min li erdê dirêj kirin û em ji pişt ve kelepçe kirin. Min got qey çeteyên DAIŞ’ê êrîşî me kirin.” Saka diyar kir polîsan jêre gotiye, “Li mala te çek heye, ji bo em bibînin me lêgerîn kir, lê me nedît.”

'POLÎSÊN NAGIRIN SER DAIŞ'Ê KURDAN DIKIN HEDEF'

Saka, got ku mîna demên berê polîsên Elman dîsa hewl didin Kurdan krîmînalîze bikin û wiha axivî: "Tîmên antî teror ên nagirin ser terorîst û qatilên DAIŞ’ê yên li her deverê Elmanyayê digerin, çima digire ser malên Kurdên welatparêz.”

Saka yên şandin navenda polîsan ji ber ti hêmaneke sûc nehat dîtin hat berdan.