Polîsan êrîşî bîranîna Berkîn kirin
Polîsan li Okmeydani êrîş bir ser bîranîna Berkîn Elvan ê di berxwedana Gezî de ji aliyê polîsan hat qetilkirin.
Polîsan li Okmeydani êrîş bir ser bîranîna Berkîn Elvan ê di berxwedana Gezî de ji aliyê polîsan hat qetilkirin.
Polîsan li Omeydani êrîş bir ser bîranîna Berkîn Elvan ê di berxwedana Gezî de ji aliyê polîsan hat qetilkirin.
Danê êvarê komekê xwest di salvegera qetilkirina Berkîn Elvan de li Parka Anadolu Kahvesî ya Okmeydani merasîmeke bîranînê li dar bixe. Lê polîsan destûr nedan. Koma xwest ji ber Ocaxa Tenduristiyê heta parkê bimeşe rastî astengiya polîsan hatin. Polîsan bi wesayîtên TOMA rêya komê girt.
Tevî hemû astengiyan jî ku komê xwest bimeşe, polîsan bi gaza îsotan û guleyên boyaxkirî êrîş kirin.
Li ser êrîşa polîsan endamên komê vekişiyan kolanan, li ser rêyan agir pêxistin û kevir avêtin polîsan.
Pevçûnên heta demekê dewam kirin bi dawî bûn.