Platforma Jiyana Azad a Arimazin Nurhak hat avakirin

Gelek sazî û însiyatîfên Mereş û Meletî, Platforma Jiyana Azad û Demokrasiyê ya Arimazin Nûrhak ava kirin. Di daxuyaniya ku ji aliyê platformê ve hat dayîn, hat destnîşankirin ku wê li hember pirsgirêkên civakê bi awayekî aktîf têkoşîn bê dayîn.

Gelek sazî û însiyatîfên Mereş û Meletî, Platforma Jiyana Azad û Demokrasiyê ya Arimazin Nûrhak avakirin. Di daxuyaniya ku ji aliyê platformê ve hat dayîn, hat destnîşankirin ku wê li hember pirsgirêkên civakê bi awayekî aktîf têkoşîn bê dayîn.

Komeleya Kurecîkiyan, Weqfa Kîstîkiyan, Komeleya Hasanalîler, Guç_Der, Komeleya Alîkariyê ya Gundê Guçuk ê Elbîstan, Sev-Der, Kaşanî, Komeleya Gundê Koşk ê Elbîstan, Komeleya Gundê Uzunpinar, Komeleya Gundê Uzunhasan, Însiyatîfa Kuecikiyan a Ewropa, Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Civakî ya Darica ji bo xebatên hevpar Platforma Jiyana Azad û Demokrasiyê ya Arimazin Nûrhak ava kirin.

Di daxuyaniya têkildarî mijarê de wiha hat gotin, “Îro ji bo civak û saziyên me qonaxeke nû ye, mîladek e. Dîrokeke, werçerxeke"

Û wiha hat gotin, “Li hember her cure bûyera antîdemokratîk, pirsgirêkên baweriyê yên Elewiyan, mala cem, waneya olî ya mecbûrî, heta azadiya ramanê ya Mislimanên antîkapîtalîst û heta pirsgirên heq û azadiyê yên Kurd,  Ermenî, Rûm, Çerkesan li hember her tişta pêş dikeve berpirsyariyên me zêde bûne."

'WERIN EM BI HEV RE SIBEROJÊ AVA BIKIN’

Di daxuyaniyê de hat gotin ku platform di pêvajoya pêşiya me de çi li herêmê çi li metropolan wê li hember tiştên rû didin bê eleqe nemîne, bi saziyên dost re bi hev re, di nav piştevaniyê de xebatan bimeşînin.

Di daxuyaniyê de ev bang li hunermend, rewşenbîr, nivîskar û saziyên demokratîk hat kirin: "Roj roja piştevanî, roja yekîtiyê ye. Werin em bi hev re siberoja xwe ava bikin. Em di bin banê Platforma Jiyana Azad û Demokrasiyê ya Arimazin Nûrhak bibin cem.”