Pîrozbahiyên Cejna Zimên Kurdî dewam dikin
Pîrozbahiyên Cejna Zimên Kurdî dewam dikin
Pîrozbahiyên Cejna Zimên Kurdî dewam dikin
Cejna Zimanê Kurdî, li Stenbol û Êlihê bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Li Stenbolê dersa bi Kurdî hat dayîn û li Êlihê jî KURDÎ-DER'ê pêşbirka zanyariyê lidar xist.
Rêxistina BDP'ê ya navçeya Stenbol Kuçukçekmeceyê, bi wesîleya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li ber Dibistana Amadeyî ya Kadriye Moroglû ya li taxa Kanarya hat cem hev û ber bi Nûnertiya Kanarya ya BDP'ê ve meşiya. Di meşê de pankarta bi nivîsa "Zimanê me rûmeta me ye, bê ziman jiyan nabe" hat vekirin û girseya gel a li derdorê jî bi tililî û dirûşman piştgirî dan meşê. Li dû meşê, ji hîndekarên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Mûzaffer Avşar bi awayekî temsîl dersa bi Kurdî da. Gava avşar li ser text gotina "Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan" nivîsand, girseya gel bi çepikan coşa xwe nîşan da. Avşar ji welatiyan re got, "Hebûna gelekî bi zimanê wê dibe. Li mala xwe bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin." Hevserokê rêxistina BDP'ê ya Kuçukçekmeceyê Mehmet Onar jî da xuyakirin ku ji bo kursên zimanê Kurdî dema qeydkirinê destpê kiriye. Li dû daxuyaniyê çalakî bi çepikan bi dawî bû.
ÊLIH
KURDÎ-DER şaxê Êlihê jî bi wesîleya Cejna Zimanê Kurdî di navbera saziyan de pêşbirka zanyariyê lidar xist. Di pêşbirka li Sînema Yilmaz Guney de xebatkarên Çapemeniya Azad, Sendîkaya Petrol-Îş, Nûbihar, BDP, Egîtîm-Sen, MEYA-DER, HDP, Ciwanên Meclîsa Bajêr û Komeleya Ehmedê Xanî tevlê bûn. Di pêşbirkê de di beşên ziman, wêje û dîroka Kurdî û çanda giştî de pirs hatin kirin. Pêşbirk li pêwendiyeke mezin a welatiyan rast hat û di encamê de Ciwanên Meclîsa Bajêr bi 87 pûanan bû yekemîn, HDP bi 82 pûanan bû duyemîn û Egîtîm-Sen jî bi 80 pûanan bû sêyemîn. Ji serketiyên pêşbirkê re plaket hat dayîn.