Peymana Avhewayê ya Parîsê: Kêm dewletan sozên nû dan

Ji bo Peymana Avhewayê ku di sala 2015'an de li paytexta Fransa Parîsê hate îmzekirin û di 31'ê Kanûna 2020'î de diviyabû dewletan sozên nû bidan, 70 welatan jinûve soz dan.

Li gorî daxuyaniya ku li malpera înternetê ya Neteweyên Yekbûyî hate weşandin, ji 20 dewletên ku mohra xwe danîn binê Peymana Parîsê, tenê 70 ji wan sozên xwe yên nû têkildarî avhewayê beriya 31'ê Kanûna 2020'î eşkere kir. Dewletan beriya wê diviyabû bi navê 'Para tevkariyê ya li asta neteweyî' ya li sozên têkoşîna dijî guhertina avhewayê, ji nû ve binirxanda û bi versiyoneke nû pêşkêş bikira.

Li gorî nirxandina dawî ya koma bi navê Clîmate Actîon Tracker (CAT), 27 ji wan endamên Yekîtiya Ewropayê 49 welatên ku heta nava meha Kanûnê sozên nû pêkêş kirin, di mijara emîsyona gaza xwezayî de tenê ji sedî 23.7'an temsîl dikin. Ji nava meha Kanûnê heta dawiya meha Kanûnê 20 dewletan belgeyên pêwîst pêşkêş kirin.

Konvansiyona Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî jî wê nirxandina xwe ya li ser sozên nû, di 21'ê Sibatê de eşkere bike. Ji ber şewba Covîd-19 gelek hikumetan ragihandin ku nikarin radestkirina dawî di dema xwe de bikin, lewma bala her kesî çûbû ser civîna bilind a avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP26) ku wê payîzê li Glosgowê bê lidarxistin.