'Pêwîstiya Wanê bi dibistana Kurdî heye'
'Pêwîstiya Wanê bi dibistana Kurdî heye'
'Pêwîstiya Wanê bi dibistana Kurdî heye'
Hevserokê Kurdî Der a Wanê Okkeş Kawa da xuyakirin ku daxwaza ji bo perwerdeya bi Kurdî ewçend zêde bûye ku êdî bi komele nikare bersivê bidin û da zanîn ku ji bo di dema pêş de li Wanê dibistana bi Kurdî were vekirin, ew ê serî li TZP Kurdî bidin.
Li Wanê 320 hezar zarokên Kurd ji perwerdeya bi zimanê xwe yê dayikê bêpar in. Li Wanê 942 dibistanên dewletê yên ser bi Midûriyeta Perwerdeya Milî hene, ku ji aliyê Kurdan ve weke 'hêlînên asîmîlasyonê' tên pênasekirin. Li hemberî vê yekê dibistaneke bi tenê ya perwerdeya bi zimanê Kurdî nîne.
Hevserokê Kurdî Der a Wanê Okkeş Kawa der barê mijarê de nêrînên xwe anî ziman û destnîşan kir ku gelê Kurd ê ji bo xwedîderketina li zimanê xwe yê dayikê têkoşîneke mezin dimeşîne wê morên li deriyê dibistanên xwe yên li Amed, Şirnex û Colemêrgê hatine xistin bişkîne û ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê jî wê pêwistî bi destûrê nebîne. Kawa da xuyakirin ku kes nikare xwe li ber israr û daxwaza gelê Kurd a ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê bigire.
'NÊRÎNA LI ZIMANÊ KURDÎ NEHATIYE GUHERTIN'
Kawa da zanîn ku hebûna civakekê bi zimanê wê yê dayikê ve girêdayî ye û got, "Qedexekirina zimanê dayikê yê civakekê, di heman demê de hewldana ji bo tinekirina wê civakê ye. Daxuyaniyên 'Tirkiye demokratîk dibe, qanûn diguherin' di peyvê de dimînin. Em dibînin ku di pratîkê de ti cudahî di navbera zîhniyetê niha û yê beriya 100 salî de nîne. Zîhniyetê berî 100 salî axaftina bi Kurdî ya li nava kolanan qedexe dikir, zîhniyeta roja îro jî dibêje, 'Bi qasî ku ez destûrê bidim hûn dikarin bi Kurdî biaxivin."
'EM PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ NE TENÊ JI BO KURDÎ DIXWAZIN'
Kawa ragihand ku perwerdeya bi zimanê dayikê mafê wan ê herî xwezayî ye û got, "Ji dibistana dayikê heta zanîngehê divê ev mafê perwerdeyê bê naskirin. Em vê yekê ne tenê ji bo Kurdî dibêjin. Ji bo hemû ziman û gelên hewl tê dayîn bên tinekirin, dibêjin. Ji ber vê yekê perwerdeya bi zimanê dayikê mafê hemû gelan e."
'LI WANÊ PÊWÎSTÎ BI DIBISTANEKE KU PERWERDEYÊ BI KURDÎ DIDE HEYE'
Kawa da zanîn ku gelê Kurd wê xwedî li dibistanên xwe derkeve û got, "Zîhniyeta ku zimanê 40 mîlyon Kurdan ev 100 sal in qedexe kiriye, morê li deriyê dibistanên perwerdeya bi zimanê Kurdî dixe. Dewleta zîhniyeta wê neguheriye, nikare xwe li zimanê Kurdî werbigire. Ez bawerim ku gelê Kurd wê heta dawiyê xwedî li dibistanên xwe derkeve. Gelê Kurd di perwerdeya bi zimanê dayikê de israr bike. Nifûsa Wanê mîlyonek derbas kir û zedeyî 300 hezar xwendekar hene. Ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê daxwazeke zêde heye. Em dibînin ku ev daxwaz li gorî demên bihurî zêdetir bûye û bi hezaran serlêdan hene. Êdî komeleyên heyî nikarin bersivê bidin vê daxawzê. Em ê serî li TZP Kurdî bidin û jê bixwazin ku li Wanê dibistanek bi perwerdeya bi zimanê Kurdî veke. Li Wanê pêwîstî bi dibistaneke Kurdî heye. Ev jî karê pêvajoyekê ye. Ne pêkane ku bi carekê ve li hemû bajaran ev dibistan bên vekirin. Lê bawerim ku em ê li hemû herêmên Kuredistanê van dibistanan vekin. Yanî bila kes nefikire ku ev dibistan wê bi tenê li van bajaran be."