Pêşengê muzîka nûjen a kurdî: Tehsîn Taha

Pêşengê muzîka nûjen a kurdî: Tehsîn Taha

Dema ku mirov behsa kesayetên di dîrokê de şopa xwe hiştine dike helbet divê ku mirov wan di nav herka dîrokê de û cerebeyên ku ew çanda têde jiyane bigire dest û birnirxîne. Dema ku hunermendê nemir Tehsîn Taha çavên xwe li dinyayê vedike qir û qiyameta 2’yemîn Şerê Cîhanê demên xwe yên herî dijwar tê jiyîn. Helbet welatê hunermendê gewre Taha jî bi Lozana ku di sala 1923’ayn de hatiye îmzekirin bûye çar parçe. Beşa ku Taha çavên xwe li dinyayê vedike êdî başûrê Kurdistanê ye ji aliyê rejîmên mêtingeh ên îngilizan ve tê rêvebririn.

Helbet beşa ku Taha çavên xwe lê vekirine malovaniyê ji serhildanên modern ên kurdan re kiirye ku serhildanên Nerzenciyan heta salên 1932’yan jî bandora xwe li ser herêmê dike lê bi alîkariya îngilîzan ve serhildan tên tepeserkirin.Lê di warê siyasî de li Başûr hewldanên serxwebûnê her tim berdewam kirine ku ev rewş wekî kodên jiyanî li ser gelê Başûr bandora xwe kiriye. Taha di nav vê keftûlefta cîhanî de di sala 1941’an de li navçeya Amêdiya Duhokê jidayik dibe. Di dergûşa vî bajarê kevnar û bi temenê xwe sê hezar salî de, gelek mîr û hakim, helbestvan û nivîskar, dîrokzan û zimanzan, dengxweş û hunermend, şervan û şoreşger bi ked û hewldana xwe ve mîrateyeke ji nifşên nû re hiştine ku xizmeta wan nayê jibîrkirin.

DEMÊN ZAROKATÎ Û CIWANIYÊ

Taha hêj nû nû bi zar û ziman dikeve sed mixabin ku cerebeyeke din a kurdan ango Komara Mahabadê ku di 1945’an de tê avakirin, di 1946’an de tê rûxandin. Kurd hem li bakur, hem li başûr, hem li rojhilat û hem jî li rojavayên welat dikevin bêdengiyeke mezin di wan salan de.

Lê helbet jiyan bi her avayî wekî çemeke boş diherike. Malbata Tehsîn Taha ji ber ku bavê wî karmendê dewletê ye li Duhok û navçeyên wê gelek digerin. Taha di temenên xwe yên nûciwaniyê de ku ji bo xebatê diçe Hedbaya Musilê li wir dest bi xebatên xwe yên muzîkê jî dike. Di sala 1956 yan jî 1957'an de ji Musilê vedigere Amêdiyê û li vir hem ji aliyekê ve lîseya xwe dixwîne li aliyê din jî dixebite.

Piştî ku perwerdeya xwe ya lîseyê diqedîne dikeve ezmûnên ji bo beşa kurdî ya Radyoya Bexdayê û bi ser dikeve. Dema ku li radyoyê dest bi kar dike strana wî ya pêşî ya ku dibêje ‘eşkere nakim’ e. Di sala 1958’an de general Abdulkerîm Qasim li hemberî serokwezîrê dawî ya monarşiya Iraqê Ahmet Muhtar Baban bi piştgiriya kurdan darbeyeke pêk tîne û dibe serokomarê Iraqê. Qasimê ku sozên ji bo otonomiya kurdan pêk nayne di navbera wî û kurdan de cih bi cih pevçûn rû didin.

HUNERA PROFESYONEL

Di bin siya vê rewşê de di sala 1960’î de Tehsîn Taha jî li Zanîngeha Bexdayê di Beşa Hunerê de dest bi perwerdeyê dike. Ji salên 1960’an û pêde Tehsîn Teha bi awayekî berfireh dest bi karê xwe yê hunerî kir. Di destpêkê de bi karê şanogeriyê (lîstikvanî û senaryo nivîsandinê) derket pêşberî gel. Lê tenê bi karê şanoyê têhnbûna wî ya ji bo hunerê nedişikiya. Li ser vê yekê dîsa dengê xwe kir alaya hest û dilînên xwe û gelê xwe. Gihşîtina bi vê xweziyê di wî çaxî de karekî wiha hêsa nîn e. Sedemên olî, paşverûtiyên civakî, taybetmendiyên dijwar ên serdema feodalîzmê, li ber wî astengên bi kelem bûn. “Mitrib” peyvek çewt û nîşana sivikatiyê bû ku piraniya kurdan ji hunermendên mîna M. Arifê Cizîrî, Nesrîn Şêrwan, Hesen Cizîrî, Elî Merdan, Tahir Tofîq, Hesen Zîrek û yên din re jî digotin. Ji xeynî vî derdê giran ku huner û dengê gelek keç û xortên kurd di gewrî û singê wan de fetisandibû, bindestiya Kurdistanê serbarê hemû derdan bû.

Di nav vê rewşê de li aliyeke têkoşîna gel a ji bo azadiyê û li aliyê din jî helwesta gel a li hemberî hunermendiyê dike ku Taha hunera xwe zêdetir bixe xizmeta şoreşê. Di sala 1961’an de pevçûn derdikevin aseteke bilindtir; gel êdî bi çalakiyên şermezanrkirinê bi hezaran dadikevin kolanan û dew û doza mafên xwe yên hatine xespkirin dikin. Di wan çalakiyan de em Tahayê ciwan ê hunermed wekî çalakgerekî aktîf li pêş dibînin. Taha ji ber çalakiyeke tê binçavkirin û 15 rojan di binçavan de rastî îşkenceyên giran tê.

Hunermendê gewre li hemberî desthilatdariyê êdî gotinên xwe tûjtir dike lê belê lêgerîna xwe ya ji bo hunerê jî didomîne. Piştî ku Abdulkerîm Qasim li Iraqê dewra monarsiyê digire û pêve Taha jî wekî hemû kurdan difikire ku dê derî li jiyaneke hevpar vebe lê mixabin ev pêk nayê. Ji ber  vê yekê jî Taha bi stranên xwe yên nûjen dixwaze ku ciwanên kurd bi bandor bike da ku li hemberî rejîma Qasim bikevin nava hewldanê.

HEVNASÎNÊN LI RADYOYÊ

Taha li aliyekî zanîngeha xwe dixwîne li aliyê din huner û çalakiyên siyasî jî ji bo wê bûne wekî nasnemeyên wî. Ji ber van sedeman di sala 1963’yan li Bexdayê tê girtin û wî dixin girtîgehê. Strana ku li zindanê çêkiriye ya yekem jî ya bi navê ‘Têtin bihar’ e. Taha piştî ku salekê di girtîgehê de dimîne tê berdan û xwendina xwe didomîne. Piştî mezûniyetê li Mexmûrê dibe mamosteyê muzîkê. Piştre heta sala 1970’yî li Hewlêrê mamostetî dike. 

Piştî ku têkiliya dewleta Iraqê û kurdan normalîze dibin gelek caran diçe Bexdayê. Li Radyoya Bexdayê bi hunermendê nemir Bavê Felekê ango Mihemed Şêro re têkilî datîne. Li Radyoyê stranên bi navê’Aso’ û ‘Ey hewar’ bi hev re dibêjin. Taha di serdanên xwe yên radyoyê de bi muzîkjenên mezin ên kurd Mihemed Arîf Cizrawî, Hesen Cizwarî, Elî Merdan, Meryem Xan, Îsa Berwarî têkilî datîne. Ligel vê bi hunermendên wekî Gulbihar û Eyşe Şanê re duetan dike û li bajarên wekî Hewlêr, Duhok û Bexdayê bi wan re konseran dide.

STRANÊN NÛJEN

Tehsîn Taha bi helbesta nû ku bi navê ‘helbesta îro’ jî tê zanîn, dest bi gotina ‘Strana kurdî ya Nû’ dike. Helbet ji bo dema xwe ev helwesteke donkîşotwarî ye jî lê belê ev pêngav di nav  ciwanan de rastî eleqeyeke baş tê. Gelek kesan xwestin di destpêka vî karê nû de vê helwesta ‘şikandina tabûyan’a Tehsîn Taha mîna guneh an jî sûceke mezin di nava gel de bidin nasandin, lê heza piraniya ciwanên kurd ên ji hemû deverên başûrê Kurdistanê, zû dijberên hunera Taha ya nûjen bêdeng kirin. Pîvana gel ji bo wî pîroziyeke mezin bû.

Tehsîn Taha di herêma Behdînan de yekemîn kes bû ku bi awayekî nûjen strana kurdî ya nû bi awazên nû da destpêkirin. Ev jî karekî girîng bû. Ji ber ku hertim kesê ku karekî nû dike, ew kar li ser navê wî tê tomar kirin. Nemir Şemal Sayîb li herêma Soran û Tehsîn Teha li herêma Behdînan ên başûrê Kurdistanê wekî serkêşên vê destpêka dîrokî tên naskirin.

STRANÊN TEHSÎN TEHA

Taha di stranên xwe de ku bes wê demê di nav ciwanan de li ser zar û ziman bû dixwest ku gel bi peyamên di nav stranên wî de bikevin nav liv û tevgerê. Bi stranan hêza ciwanên kurd bixe nav tevgerê û li hemberî êrîşên bi her awayî ya Baasên faşîst li ber xwe bidin. Taha bi van armancan di konserên xwe yên li bajarên başûrê Kurdistanê ên wekî Duhok, Hewlêr, Amêdî, Silêmanî û paytexta Iraqê Bexdayê bi dengekî bilind diqîriya:

“...Ev warê he warê me ye, warê me ye,

ma tu yê çawa ji me bistînî, bistînî...”

Di esasê xwe de di vê stranê de Taha li hemberî polîtîkayên erebkirinê yên faşîstên Baasî ku dixwestin li Kerkûk, Xaneqîn, Mûsil, Mendelî û gelek herêmên din ên başûrê Kurdistanê pêş bixin, hem balê dikişand ser van polîtîkayan hem jî dixwest gel li hemberî vê hişyar be.

Di hemû stranên xwe yên wê demê de peyamên xwe bi awayekî veşarî di nav stranên xwe de dide. Taha di stranên xwe yên bi navê: “Bihêre Distar, Milletê me nemire, Xewin, Newroz e, Ay Felek, Xalxalokê, Behdînan, Mala me li serê mihelê” û bi dehan stranên din de peyamên kurdperweriyê û hezkirina welatê xwe vedibêje. Rewşa siyasî ya demê li ser stranên wî bandorê dikin û di stranên xwe de rewşê bi awayekî hunerî û nûjen vedibêje. Wekî mînak di strana xwe ya bi navê ‘Ey Felek’ de ku serhildana di pêşengiya Mela Mustafa Barzanî de di 1975’an de têk çû wiha dibêje:

“Ey felek bo te dinalim

Bo çi nêrgiz çilmisî

Ew çima bextê me hoye

Em bêdost û bêkes in…”

TÊKOŞÎNA LI BAKUR

Taha di hemû jiyana xwe de ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê bi awayekî çalak tevgeriyaye û ev di stranên wî de jî diyar dibin. Taha tu carî rewşa parçekiriya Kurdistanê qebûl nekiriye û têkoşîna li parçeyên din ên Kurdistanê jî tim li ser bala wî bûye. Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd a li bakurê Kurdistanê jî gelek bandorê li ser wî dike û piştgiriya xwe ya bi tevgera Azadiyê re tim tîne ziman. Newrozên ku di salên 1990’î de li bakurê Kurdistanê ku bi serhildanana tê pîrozkirin wî gelekî bi kelecan dike û keyfa wî tîne.

Hunermendê mezin piştî ku kurd li başûrê Kurdistanê di sala 1991’an de parî be jî digihîjin mafên xwe ji bo ku tedawî bibe berê xwe dide Ewropayê. Li Ewropayê jî kurdên ku bi awayekî rêxistinî ligel Tevgera Azadiyê ji bo azadiya Kurdistanê têdikoşin moreleke mezin didê. Tehsîn Taha di 13’ê adara 1994’an bi hunermend Fûad Ehmed re derdikeve ser dikê  û tevli pîrozbahiya Newroza Holandayê dibe. Ev yek ji aliyê rêveberiya Başûr ve rastî nerazîbûnê tê. Taha ji ber vê yekê êdî venegare welatê xwe û li Holandayê bi cih û war dibe. Di ser vê yekê de zêde dem lê nakeve tenduristiya Taha xirab dibe û bi penceşêrê dikeve. Di vir de wekî spekulsayon be jî hesreta welat û helwesta rayedarên başûrî gelek bandor li ser vê nexweşiyê dikin. Hunermendê gewre di 54 saliya xwe de di 28’ê gulana 1995’an li Holandayê jiyana xwe ji dest dide.

WESYETA TEHSÎN TAHAYÊ NEMIR

ÇÎROKA JIYANA  “hostayê strana kurdî ya nûjen” xemgîn e û dema mirov li gotinên wî yên dawiyê guhdar dike, nikare hêsirên çavên xwe bigire. Tehsîn Taha di kasêtekê de ku ji xanima xwe (Hebîbe) û her çar kurên xwe (Vehêl, Gelvan, Warvan û Dîrhat) re ji  Holandayê şandibû Amêdiyê wiha dibêje: “Daxwaza min a herî pêşîn serxwebûna Kurdistanê ye. Pêwîst e kurd qet li doza welatê xwe xiyanetê nekin. Ger ez rojekê mirim min li axa Kurdistanê veşêrin. Lê beriya veşartina min, li goristana Amêdiyê ava ‘Kaniya Mala’ li laşê min bireşînin û piştre min di nava dilê axa Kurdistanê de veşêrin...”

BERHEM Û ALBUM

HUNERMENDÊ nemir ê kurd piştî ku diçe ser dilovaniya xwe li dû xwe 8 albuman wekî mîrate ji gelê xwe re dihêle. Di van albumên wî de nêzî 100 stranên nûjen, folklorîk, epîk  hwd hene. Albumên wî yên bi navê ‘Aso’ û ‘Rabe Cotyar’ piştî wefata wî ji aliyê Kom Muzîkê ve ji nû ve hat amadekirin û li bakurê Kurdistanê jî gihîşt ber destê muzîkhezan. Gelek berhemên Taha ji aliyê hunerêendên kurd ve ji nû ve hatine şîrovekirn. Lê ew jî nisîbê xwe ji polîtîkayên ‘tirk-kirinê’ wergirt. Lewre Îbrahîm Tatlises strana ku navê xwe pê da bihîstin ‘Ayagimda Kundura’ di esasê xwe de strana Tehsîn Tahayê nemir a bi navê ‘Min Xem Deryayeke Kûr e’ e ku adapteyê tirkî hatiye kirin. 

Rabe Cotyar

Rabe cotyar dê hilo rabe

Biçîne erdê çol û beyar

Berê ji destê hewe cotyar

Xelkê hemya nanê xwe xwar

Hûn bikin gelî cotyara

Tovî bavên van beyara

Erdê weye yê kesî nîne

Nede ne bi zalimê cara

Evan derdaw evan hala

Paşve bir bûyin gelek sala

Derdê neyî li nav me nema

Em nemayin cotyarê dema

Hema li nav erdê xwe şul ket

Nanê hemya dê peyda ket

Ca zarokêd me azad ken

Dê zarokêd me azad ken