'Perwerdeya bi zimanê dayikê mafeke'
'Perwerdeya bi zimanê dayikê mafeke'
'Perwerdeya bi zimanê dayikê mafeke'
Li Amed, Gever û Cizîrê ku ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê weke herêmên pîlot hatin hilbijartin, çêkirina dibistanan li ber qedandinê ye. Bi vê dema nû ya perwerde û hîndekariyê re wê li dibistanên bi zimanê Kurdî jî ders destpê bikin. Ji bo dibistana li Amedê dest bi perwerde bike, zêdeyî sed serlêdan hatin kirin, li Gever û Cizîrê jî kontenjana sed xwendekarî tijî bûne. Li dibistanan li gel perwerdeya bi Kurdî wê zimanê Tirkî jî weke derseke hilbijartî bê xwendin. Ders wê ji aliyê mamosteyên ji KURDÎ-DER'ê ve bê dayîn. Dibistanên bi zimanê dayikê, tiştekî ji dewletê hêvî nakin.
Li Bakurê Kurdistanê sala nû ya perwerde û hîndekariyê ku wê di 15'ê Îlonê de destpê bike wê ji bo hefteyekê bê boykotkirin. Di heman demê de wê li Amed, Gever û Cizîrê yên weke herêmên pîlot hatine hilbijartin, yekemcar bi Kurdî perwerdeyê destpê bike. Serokê KURDÎ-DER'ê Sabahattîn Gultekîn da xuyakirin ku wan biryara boykota hefteyekê û daxwaza xwe ya ji bo perwerde û hîndekariya bi zimanê dayikê bi civîneke çapemeniyê ji raya giştî re aşkera kirine û anî ziman ku ew mafên xwe yên demokratîk bikar tînin. Gultekîn destnîşan kir ku gelê Kurd ev 90 sal in ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê têdikoşe.
Gultekîn diyar kir ku beriya niha bi 20 salan hebûna Kurdan jî nedihat qebûlkirin, peyva Kurd bi xwe jî weke rewşeke dikare welêt parçe bike dihat fêmkirin û got, "Ji rewşeke bi wî rengî em hatin roja îro. Êdî ne tenê li Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê yek ji aktorên divê biaxive ye. Yanî bi qebûlkirina peyva Kurd re ev welat parçe nebû."
BOYKOTA JI 5 ROJAN
Gultekîn da zanîn ku yek ji pirsgirêkên bingehîn ên çareseriya pirsgirêka Kurd pirsgirêka perwerdeya bi zimanê dayikê ye û axaftina xwe wiha dewam kir: "Em behsa pirsgirêka Kurd dikin. Gelo ev pirsgirêk çi ye? Yek ji mercên bingehîn ên naskirina gelekî, ziman û çanda wî gelî ye. Ji ber ku ev ziman takekesî nîne, kolektîf e. Gelek jiyana xwe bi têkiliyên li ser wî zimanî dide rûniştandin. Perwerde jî dikeve nava vê û divê ev ziman misogerî di perwerde û hîndekariyê de bê bikaranîn. Eger wê bi zimanê Kurdî perwerde û hîndekarî nebe, hingî em ê çawa ji pirsgirêka Kurd çareser re bêjin 'pirsgirêka Kurd?' We 90 salan polîtîkayên asîmîlasyonê meşandin lê nebû û em îro li vir in. Ji ber vê yekê em ji gelê xwe re dibêjin ji roja Duşemê û pê ve 5 rojan ji dibistana seretayî heta zanîngehê saziyên perwerdeyê yên dewletê boykot bikin. Em çima boykot kirin? Ji bo ku em daxwaza xwe ya perwerde-hîndekariya bi zimanê dayikê ji raya giştî re ragihînin, mafê xwe yê demokratîk bikar bînin."
HEZAR DIBISTANÊN TIRKÎ HENE, BILA YEK JÎ BI KURDÎ BE
Gultekîn ragihand ku ew ê îsal yekemcar li Amed, Gever û Cizîrê ku weke herêmên pîlot hilbijartin e dest bi perwerde û hîndekariya bi zimanê dayikê bikin û destnîşan kir ku bi Tirkiyeyê re pirsgirêkên wan nîne, bi tenê dixwazin bi zimanê xwe hîndekarî û perwerdeyê bibînin. Gultekîn anî ziman ku ji roja Duşemê û pê ve li sê herêmên pîlot, wê di asta dibistana seretayî de dest bi hîndekarî û perwerdeyê bikin û da zanîn ku li van dibistanên di asta pola 1. de ne, xwedî kapasîteyeke ji sed kesî ye.
Gultekîn got, "Li Amedê hezar dibistanên perwerdeya bi zimanê Tirkî hene û eger yek ji van bibe Kurdî ev welat parçe nabe" û anî ziman ku li van dibistanan mamosteyên KURDÎ-DER'ê wê perwerdeyê bidin, di nava vê perwerdeyê dersên matematîk û wêneyan jî hene.
EM Ê KÊMASIYÊN XWE JÎ BIBÎNIN
Serokê KURDÎ-DER'ê Gultekîn da xuyakirin ku ew hêvîdar in di sala pêş de perwerdeya bi zimanê dayikê qanûnî bibe û got, "Li van dibistanên li herêmên pîlot, em ê bingeh, pratîk û xebatên perwerdeya zimanê dayikê yên di dema pêş de li Tirkyeyê qanûnî bibe, nîşan bidin. Em ê kêmasiyên xwe yên pratîkê de jî diyar bikin? Em ê çi bikin? Em ê çawa bikin? Ji bo tecrûbekirina van mijaran me li herêmên pîlot dibistan vekirin."
SERERASTKIRINA DESTÛRA BINGEHÎN ŞERT E
Hevserokê Egîtîm-Sen Şaxê Amedê Yildirim Arslan jî diyar kir ku zimanê dayikê di sedsala 21'an de êdî mijara nîqaşê nîne. Arslan da xuyakirin ku ew rêbazeke demokratîk û aştiyane dişopînin û anî ziman ku ew li bendê ne di xebatên Destûra Bingehîn ên hikûmet dimeşînin de, di vê mijarê de guhertineke qanûnî bê kirin. Arslan destnîşan kir ku rewşeke neçarî ye ku perwerdeya bi Kurdî di nava Destûra Bingehîn de bi awayekî fermî cih bigire.