Penîrê bisîrîk êdî nema bi destê mirovan dikeve

Penîrê bisîrîk ê Wanê ku ji ser sifreyan kêm nedibû û heta par bihayê wê 25-35 lîre bû, îsal kîloeya wê bi 65-70 lîreyî tê firotin.

Ji ber krîza aborî ya Tirkiyê ku polîtîkayên şer ên Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bûne sedema krîzê, bihayê penîrê bisîrîk ku yek ji kana debarê ya gel bû, dibe lûks. Ji ber krîza aborî mirov nema dikarin tiştekî bikirin, yek ji wan sektoran ku krîzê derb lê dayî jî sektora pênîr e.

Li Wanê û navçeyên wê ku cihê penîrê bisîrîk e her sal bi tonan penîr diçû bajarên din. Xasma jî li Wanê ku xwedîkirina sewal û dewaran zêde ye, bi hezarna kes penîrê ku bihar û havînan çêdikir difirotin û pê debara xwe dikirin.

Bajarên weke Stenbol, Izmîr, Edene, Mêrsîn, Enqere, Entalya û Amedê penîr ji esnafên Wanê dikirîn lê ji ber krîzê rewşa sektora penîr jî xira bû.

Ji ber ku bihayê penîr zêde bûye esnafên Wanê nema dikarin penîrê di destê xwe de bifiroşin. Dibêjin ew kîloeya penîr bi 60-63’yan dikirin û bi 65-70 lîreyî difiroşin.

Ev sektora ku bi hezaran mirovî pê debara xwe dikir neha nema dikare heqê elektrîk, kirê ya esnafan derxîne.

Hayrettîn Orak ê ku ev 20 sal in li Wanê esnafiyê dike dibêje, ‘’Bi krîzê re sermaya me jî nemaye. Em nema dikarin mal bikirin û bifiroşin. Carinan em kûpekî pênîr bi rojan, bi heftiyan nikarin bifiroşin. Bi vî bihayî kes nema dikar penîr bikire. Kîloyek penîr bûye 70 lîre. Di vê rewşê de ne em dikarin penîrê di destê xwe de bifiroşin û ne jî mişterî bi vî bihayî dikarin bigkirin.’’’

Mehmet Çîftçî jî got wan berê her sal 100 kîlo penîr distandin lê ji ber krîzê êdî nema dikarin bikirin, pir zehmet e ku bi 70 lîreyî penîr bistînin. Çîftçî got, ‘’Îsal min nekarî penîr ji malê re bistînim. Krîzê pir li me xist. Lîreyê Tirk pir ji qîmet ketiye. Em nema dikarin debara xwe bikin. Zema hate ser her tiştî .Penîr ji bo me bûye lûks. Heke wiha biçe mirov wê nema karibin nan bibînin.’’