Pêngava 'Xwedî Derkeve' 26’ê Nîsanê li Îzmîrê destpê dike

Koordînasyona Ciwanan a Îzmîrê ya HDP’ê 26’ê Nîsanê bi pêngava Xwedî Derkeve re wê banga 'Xwedî li av, ax, çand û keda xwe derkeve’ li gelê Îzmîrê bike.

Koordînasyona Ciwanan a Îzmîrê ya HDP’ê 26’ê Nîsanê bi pêngava Xwedî Derkeve re wê banga 'Xwedî li av, ax, çand û keda xwe derkeve’ li gelê Îzmîrê bike.

Pêngava ‘Xwedî Derkeve’ ya meclîsên ciwanan ên li Bakurê Kurdistanê pêşengiyê jêre dikin, rastî eleqeya saziyên li Tirkiyeyê jî tên. Koordînasyona Ciwanan a Îzmîrê ya HDP’ê jî di vê çarçoveyê de 26’ê Nîsanê li ber Navenda Çandê ya Leman a Alsancak wê saet 14.00’an meşekê li dar bixe.

GENCER: EM Ê HER BEŞÊ TEVLÎ BIKIN

Endamê Koordînasyona Ciwanan a HDP’ê ya Îzmîrê Firat Gencer ê ji ANF'ê re axivî got ku wê bi pêkhateyên HDP’ê û rêxistinên din ên ciwanan re civîn li dar xistin. Gencer anî ziman ku, bi serenava 'Xwedî li xweza, enerjî, çand, ciwantî û keda xwe derkeve” biryar girtine 26’ê Nîsanê meşekê li dar bixin. Gencer têkildarî mijarê wiha axivî: "Wê bibe organîzasyoneke ku em ê hewl bidin her beşê tevlî bikin. Ji bo em ji qirkirin û talana xwezaya Îzmîrê re bêjin ‘bes e’ em her kesî dawetî vê xebatê dikin.

Endama Koordînasyona Ciwanan a Îzmîrê ya HDP’ê Şîlan Kayar jî bal kişand ser talana xwezayê û got, "Mirovên xwedî li xwezaya xwe dernakevin, wê nikaribin li dengên xwe jî xwedî dernekevin. Lewma armanca me ev e ku ev çirûsk li her cihî belav bibe û berxwedan ji vir were destpêkirin.” Kayar bang li rêxistinên civaka sivîl û sendîkayan kir ku tevlî vê projeyê bibin.