Komeleya Piştevanî û Çandê ya Swêd-Tirkiyeyiyan a ji aliyê penaberên siyasî yên piştî darbeya faşîst a 12’ê Îlonê hatin hat avakirin, bang li tevayî Tirkiyeyî û Kurdistaniyan kirin ku di hilbijartinên Hezîranê de dengên xwe bidin HDP’ê.
Di daxuyaniyê de gotinên rayedarên hikûmeta AKP’ê yên li hember jin, Elewî, kêmar û karkeran ên nîjadperest, redkar bi mînakên berbiçav hatin teşhîrkirin û hat diyarkirin ku di nav şert û mercên wiha de ketina HBP’ê ya hilbijartinan ji bo karker, kedkar û gelên bindest xwedî girîngiyeke mezin e.
Di daxuyaniyê de ev bang hat kirin, “Ji bo Ozgecanên me nemirin; bi vê wesîleyê ji ber wê daxwazên beşên civakê yên wekî din hatine dîtin wê bên ziman, bi armanca naskirina mafên esasî yên li ser bingeha welatiyê wekhev, bernameyeke hilbijartinê ya ji bo çareserkirina gelek pirsgirêkên wek cudatiya ol, ziman, mezheb û cins pêşkêş dike, bi kurtasî ji ber terzê jiyaneke nû pêşniyar dike em bang li beşên herî berfireh ên gel dikin da ku piştgiriyê bidin HDP’ê.”
Di daxuyaniyê de îmzeya Komeleya Jinan a KIBELE ya li Stockholm xebatan dimeşîne jî heye.