Partiyên siyasî û komeleyan têkildarê şewata li Çan û Cûdî daxuyanî da

Gelek partiyên siyasî û komeleyan têkildarê şewata li Gola Koyûnyerî ya Çana navçeya Çanakkaleyê û qûntarên Çiyayê Cûdî yê Şirnexê daxuyanî da.

10 partiyên siyasî û komeleyan têkildarê şewatîna daristanan li Gola Koyûnyerî ya navçeya Çan a Çanakkaleyê û Çiyayê Cûdî yê Şirnexê daxuyanî da.

Daxuyanî bi şiara ‘’Li dijî rant, agir û qetlîamê û em jiyan û xwezayê biparêzin’’ hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber agirê bi Çanê ketiye 2 hezar 650 hektar daristan û 4 hezar û 80 hektar cih zirar dîtiye.

Li gor daxuyaniyê 11 gund vala bûne, hezar û 251 kes hatine neqilkirin, 140 heywan mirine.

Hat destnîşankirin ku ji ber şewata gundiyan pir zirar kiriye û hat bibîrxistin ku agirê bi daristanên li Dadîa ya nêzî çemê Evros ê Yewnanistanê ketiye berdewam e.

Hat ragihandin ku dûyê vî agirî yê li herêma sînor gihîştiye Behra Îyonyayê.                

Di daxuyaniyê de îşaret bi talankirina xwezayê û şewitîna daristanan jî hat kirin û ev tişt hatin diyarkirin: ‘’Li herêmên Kurdan bi polîtîkayên ewlehiyê yên taybet qirkirina ekolojîk berdewam e. 26’ê Tîrmehê agir bi qûntarên Çiyayê Cûdî ket. Agir gelek cih dane ber xwe. Li gor çavkaniyên herêmî hat îdiakirin ku leşkeran herêm daye ber agir. Cihê agir pê ketiye nêzê qereqola leşkeran e. Bi rojan midaxeleyê agir nehat kirin û nehat hiştin ku welatî agir vemirînin.’’

Her wiha hat diyarkirin ku jêkirina daran li Besta, Gabar û Cûdiyê bi destên cerdevanan zêdeyê mehekê ye ku berdewam e û wiha bang hat kirin: ‘’Banga me li hemû parêzkarên jiyanê ye ku li dijî birîna daran û felaketên ekolojîk ji bo otorîte gavên pêwist biavêjin, midaxeleyeke baş bikin û ji bo parastina jiyana xwezayî û heywanan bila hemû jiyanparêz bibin piştgir bi têkoşîna ekolojiyê re.’’

PARTÎ Û KOMELEYÊN DAXUYANÎ ÎMZE KIRIYE  

Meclisa Ekolojiyê ya Çanakkale ya HDP’ê, Meclisa Ciwanan a Çanakkaleyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Meclisa Jinan a Çanakkaleyê ya HDP’ê, Rêxistina HDP’ê ya Çanakkaleyê, Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Çanakkaleyê, Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Çanakkaleyê, Partiya Şoreşger a Çanakkaleyê, Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ê Çanakkaleyê û Partîzan.