Parêzvanên mafên mirovan ji bo Roboskî li Qada Galatasaray bûn

Komîsyona Edalet û Heqîqetê ya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê, weke her 28’ê mehê îro jî ji bo kiryarên Komkujiya Roboskî bên dîtin û darizandin li Qada Galatasaray çalakî li dar xistin.

Komîsyona Edalet û Heqîqetê ya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê, weke her 28’ê mehê îro jî ji bo kiryarên Komkujiya Roboskî bên dîtin û darizandin li Qada Galatasaray çalakî li dar xistin. Parêzvanên mafên mirovan diyar kirin ku edaleta dereng bê ne edalet e û heta failên diyar bên darizandin wê şopdarî dozê bin.

Endamên Komîsyona Edalet û Heqîqetê ya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê li Qada Galatasaray kom bûn, ji bo kesên 34 mirovên Kurd ên piraniya wan hê zarok bûn li Roboskî qetil kirin, bên darizandin çalakî li dar xistin. Li ser navê parêzvanên mafên mirovan Osman Ozkan ê destpêkê axivî bibîr xist ku tevî kiryarên Roboskî diyar in jî nayên cezakirin û got: “Edaleta dereng bê ne edalet e. Em wek ÎHD heta kiryar bên darizandin em ê şopdarê dozê bin.”

Piştî Ozkan li ser navê komîsyonê Alî Gok daxuyanî xwend. Gok nameya ji bo Şerafettîn Encu yê 12 salî û di Komkujiya Roboskî de hat qetilkirin hatibû nivîsandin xwendin. 

...