Li eyaleta Elmanya Hamburgê, wê di 15'ê Sibatê de hilbijartin pêk were. Di van hilbijartinan de namzeta ku ji Kurdan û saziyên çep ên Tirkiyeyî destekê dibîne Cansû Ozdemîr e. Ozdemîr ji bo parlamenteriya dema duyemîn, ji Die Linke namzet e.
Ozdemîr, xebatên xwe yên dema bihurî û armancên xwe yên dema pêş ji me re anî ziman...
Hûn cara duyemîn namzeta parlamenta eyaletê ne. Di dema bihurî de we çi kirin?
Di çar salên bihurî de, armanca min ew bû ku li Hamburgê bibim dengê bindestan. Bi dîtina min, min ev yek bicih anî. Ji ber ku di her karî de, her prosedurê de min sazî, însiyatîf û komên cuda tevlî kir û daxwazên wan ên li ser mijarê bi pêşniyar pirsan xist rojeva parlamentê. Gelek ji wan di çapemeniya herêmî ya Hamburgê de cih girt. Min tecrûbeya xwe ya ji xebatên Meclîsa Jinên Kurd a Hamburgê bi dest xistî, bi vî rengî bikar anî: Min pirsgirêk bi çavê jinê nirxand û çareserî jî bi awayekî kolektîf peyda kir.
Di propagandaya xwe ya hilbijartinê de we çi esas girtin, we çi bicih anîn?
Li metropolekî ewçend dewlemend ê mîna Hamburgê, min xwest di bê edaletiya civakî de çareseriyan biafirînim û pêşkêşî meclîsê bikim. Lewma di nava koma partiya xwe de min berpirsyariya xebatên civakî û polîtîkaya ahengiyê da ser milê xwe. Di nava mijarên min giranî da wan de ev hebûn: Têkoşîna li dijî parçebûna civakî û xizaniyê, xaniyên her kes dikare berdêla wê bide û rewşa mirovên bê xanî, mafên penaber û koçberan, konseptên li dijî polîtîkayên nîjadperestiyê, pirsgirêka mirovên astengdar û bêkaran. Di nava van çar salan de me çareserî û konseptên girîng derxistin holê û pêşkêşî meclîsê kirin.
Ji bo Hamburgê we çi kirin?
Me xebatên rêxistinbûyînê yên rêxistina terorê DAIŞ'ê yên li Hamburgê û komkujiyên li Şengal û Rojava xistin rojeva meclîsê û zext li hikûmetê kir ku dest li vê rewşê werde. Bi malbatan û saziyên cuda re em însiyatîfa têkoşîna li dijî DAIŞ'ê ava kir.
Hûn bi tenê bi siyaseta navxweyî re mijûl bûn?
Na, em li pêşberî polîtîkayên antî demokratîk ên li Kurdistan û Tirkiyeyê bêdeng neman. Ji bo di hlibijartinan de destekê bidin BDP'ê em çûn Êlihê û piştî komkujiya Roboskî em çûn Roboskî, me rapor pêşkêşî hikûmeta Elman kirin. Dema DAIŞ ket nava Kobanê, bi çend parlamenterên Partiya Çep re em çûn ser sînor. Gava DAIŞ'iyan li Hamburgê êrîşî Kurdan kirin, weke wekîlên Partiya Çep em li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd heta sibê sekinînin û me zexta rûniştina taybet li meclîsê kir. Di dema pêvajoya berxwedana Kobanê de me ji bo raya giştî jî xebatên berfireh meşandin.
Weke Partiya Çep em li Hamburgê partiya mûxalefetê ne, lê em dikarin bandorê li gelek biryaran bikin. Em dikarin zextê bikin û biryarên şaş bixin rojevê. Parlament ji bo min bi tenê qadeke siyaetê ye. Min siyaset weke tiştekî teknîkî nedît. Siyaset bi civakê re tê kirin.
Hûn ji daxwazên hilbijêran re bûn bersiv?
Ji bo hemû hilbijêrên xwe yên deng dane aktîf bûm û ez ê her aktîf bim. Di xebatên xwe de min projeya xweseriya demokratîk her tim li pêş çavan girt. Yên deng nedane jî esas digirim û hewl didim bi ser bikevim. Me ji bo Asûrî, Ermenî, Elewî, Êzidî, Xiristiyan, Misilman, Elman, astengdar, jin, komên LGBT, însiyatîfên cuda, saziyên civakî xebatên hevpar meşandin.
Di dema pêş de hûn difikirin çi bikin?
Di dema pêş de ji bo Hamburgê projeyên herî girîng; nexweşxane, cihê lênêrîna mirovan, tedarika enerjiyê û stratejiyên xurt ên ji bo xizanan e. Her wiha em dixwazin bi gelek derdorên cuda yên em bi hev re dixebitin re werin cem hev û nuqteyên hevpar destnîşan bikin.
Bi taybetî, di dema dawî de ji ber parvekirina wêneyekî parlamenterên wê yê bi ala PKK'ê re, hûn bûn hedef. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?
Ev doz di demeke ku qedexe her diçe bêwate dimîne de hat vekirin. Îro bi desteka PKK'ê re li Rojava û Şengalê li dijî DIAŞ'ê li ser navê mirovahiyê têkoşînek tê meşandin. Siyasetmedarên ji Partiya Demokrat a Xiristiyanan a li desthilatdariyê ne jî di nav de, her kesî desteka ji bo PKK'ê nîqaş kirin. Nuqteya destpêkê ev e. Nuqteya duyemîn jî; Dema hikûmeta Tirk bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK'ê re hevdîtin kir, hikûmeta Elmanyayê da xuyakirin ku ew destekê dide van hevdîtinan. Lê belê hînê polîtîkaya xwe ya li hemberî Kurdan di ber çavan re derbas nake û Kurdan krîmînalîze dike. Ev doz bêwate ye.
Ji hilbijêrên xwe hûn dixwazin çi bêjin?
Ev lêpirsîn, li dijî mîsyona wan dane min, li dijî xeta min û wan hatiye vekirin. Bersiva herî mezin a li vê lêpirsînê, di 15'ê Sibatê de çûyîna ser sindoqan e û 2 qat kirina 10.000 dengên me di hilbijartinên bihurî de bi dest xistibûn, e.