Ozan Comert li Stenbolê hat binçavkirin

Ozan Comert li Stenbolê hat binçavkirin

Hunermendê Kurd Ozan Comert ku ji bo tevlî çalakiyekê bibe hat Tirkiyê, li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê hat binavçkirin.

Hunermendê Kurd Ozan Comert ku ji bo tevlî çalakiyeke li Wanê bibe ji Elmanyayê hat Tirkiyê, li Termînala Xetên Derve ya Balafirgeha Ataturk a Stenbolê hat binçavkirin.

Hat ragihandin ku bi hinceta lêpirsîneke berê ya der heqê wî de Comert hatiye binçavkirin û piştî binçavkirinê ew birine Nexweşxaneya Dewletê ya Bakirkoy û di kontrola tenduristiyê de derbas kirine.

Dûre jî ew anîn Navenda Polîsan a li Balafirgeha Ataturkê. Hat hînbûn ku hunermend Comert wê bi şev li navenda polîsan be û sibê jî ji bo kar û barên îfadeyê radestî Edliya Bakirkoyê bê kirin.

Parêzer Rêzan Sarica der barê rewşa huqûqî ya hunermend de agahî da Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) û anî ziman ku wan agahiyeke zelal a der barê lêpirsîna ji ber hatiye binçavkirin, wernegirtine.

Beriya niha di meha Gulanê de, ji bo tev li konsera Federasyona Komeleyên Xwendekaran a Demokratîk (DODEF) a ji bo Rojavayê Kurdistanê bibe ozan Comert hatibû Tirkiyê, lê bi hinceta ku ne welatiyê Tirkiyê ye û ji ber der heqê wî de lêpirsîn heye bi sedema li dijî Qanûna Pasaportê derketiye, hatibû dersînorkirin.