Ozan Comerd: Me nekarî xwe ji ruhê sîstema heyî rizgar bikin
Ozan Comerd: Me nekarî xwe ji ruhê sîstema heyî rizgar bikin
Ozan Comerd: Me nekarî xwe ji ruhê sîstema heyî rizgar bikin
Ozan Comerd da xuyakirin, ku gelê Kurd bi ronahiya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, di warê aborî, siyasî, civakî, leşkerî û çandî de hatiye gel hev û ji nû ve hestên neteweyî jiyaye.
Ozan Comerd li ser çand û hunera gelê Kurd û pirsgirêkên wê ji Ajansa ANF’ê re axivî.
KURDAN DI SEDSALA BIHURÎ DE WENDAKIRÎ BÛ
Ozan Comerd diyar kir ku ew nêzî 30 sal in xebatên çand û hunera Kurdî dimeşîne, lê ji nû ve dewlemendî û cewhera çanda Kurdî naskirin û got, “Her hunermendek li gorî xwe wateyekê dide hunerê. Beriya derketina Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd, Kurdistan ji aliyê dewletên serdest ve hatibû çar parçekirin. Di heman demê de ji berî bibe 4 parçe, di sala 1639’an de Kurdistan bi Peymana Qesra Şirîn kirîbûn du parçe. Ji wir û şûnde, di aliyê siyasî, leşkerî, aborî û çandî de heta şoreşa PKK’ê parçeyekî Kurdan ne hatiye li gel hev. Lê belê piştî ku PKK ava bû, hestên neteweyî bilind bû. Bi ronahiya felsefeya Rêber Apo di warê civakî, aborî, siyasî û çandî de hatine cem hev. Ji ber gelê Kurd gelekî xwezayî ye û bi xwezayê ve girêdaye. Bi rehma xwezayê hatine cihanê. Gelekî pirr saf û pake, lê ev pakbûna wan bi destê desthiladaran hatiye tine kirin. Wek Îskenderê mezin hat û çû piştî wî bi navê Îslamê Kurd hatin bi rêveberin. Teoriyeke zanyarekî Îranî heye dibêje; ‘dema ku Îslamiyet derket Ereban ji xwe re dîl girt, Tirkan jî ji bo xwe dîl girt û farsan jî, lê Kurdan xwe radestî Îslamê kirin’ ev ji ber safbûna Kurdan tê. Di sedsalên bihurî de gelek firsend ketin destê Kurdan. Gelê Kurd piştgiriya herî mezin daye Ataturk, lê pişt re xiyanetekî pir mezin ji wan dibînin. Bi rastî di sedsala bihurî de Kurdan di warê siyasetê de wenda kirî bû, lê piştî avabûna PKK’ê û şunde gavên giring hatin avêtin."
XEYALÊN EHMEDÊ XANÎ BI FELSEFEYA APO GIHIŞTIN ARMANCA XWE
Ozan Comerd da xuyakirin, ku di van salên dawiyê de ew xwe ji nû ve hîs dike ku bûye Kurd û got; “Qasî ku min xwendiye û geriya me û ji çandên cuda yên wek ereban, tirkan, ermeniyan û bi giştî Rojhilata Navîn fêrbûme û vaye 30 sal in di nava kar û xebatên çandê de me, ez ji nû ve xwe hîs dikim ku, di warê çandê de bûne Kurd. Ji ber ku çanda gelê Kurd min ji nû de nas kir. Çanda gelê Kurd pirr dewlemende. Ez dikarim bêjim ku, di xwezayê de tişta ku çavên mirovan lê dike û aqilê mirov tê digihîje li ser bi hezan çîrok û nivisên wêjeyî yên kurdî li ser hatine nivisandin. Ji maran, hewa, şînatî, çiya bigre heya stêrkên ezmanan, hemû bûne mijarên çîrokan. Ji derveyî wan, mijarên evînî û lawirên wek şêr, piling, rovî bi giştî heyînên li çandar li jê re bûne mijar. Her wiha li ser îlahiyetê teolojiyê, civak, felsefe teserof û çandê bi deh hezaran stranên me hene û bi sedan jî teserofê gelê kurd hene. Mîna Baba Tahir, Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî û bi sedan yên wek wan. Ji ber çi min got, min çanda kurdî ji nû ve nas kir, min berê pirtûka Ehmêdê Xanî xwendî bû, lê min zimanê baş fêm nekirîbû, lê niha rewşembîrekî kurd pirtûka wî wergerandiye kirmancî ya îro û ferheng jî li gel nivisandiye, dema ku min dûbare xwend min ji nû ve nas kir ku ka wêjevanên kurd çiqas xwedî dewlemendiyekê ne. Ehmedê Xanî hem di warê felsefeyê de hem di warê teserofiyê de û hem jî di warê welatparêziyê de pirr dewlemede.
Ehmedê Xanî, fikir û ramanên Rêber Apo, berî 3 sed salan xeyal kiribû. Bi zanîst û felsefe ya xwe, xwest ku, gelê xwe perwede bike. Xeyalên wî, bi felsefeya Rêber Apo gihane armanca xwe. Dema ku, mirov dibêje teserof Mewlana Celatî Romî tê bîra mirov. Mewlana îlhamê xwe jê digre. Ewan jî aryenî ne yanî em herdu gel jî aryenî ne û di warê çandê de nêzî hev in û rojhilatî ne.
Mînak Secer ya heye, hunermendekî bi nav û deng e, li Îranê ye. Bi giştî Îrfanî mizûkê di xwîne. Dibêje ku ez îlhama xwe ji Elî Eskerî Kurdistanî digrim û her sal carekê diçim li ser goristana wî jê re rêz digrim.”
HER HERÊMEKE KURDISTANÊ DERYAYEKE
Comerd bal kişand ser dewlemendiya çanda Kurdî û weha pê de çû; “Her herêmeke Kurdistanê di warê ziman, çand û wêjeyê de deryayeke. Wek Dêrsim serbixwe deryayeke veşartî ye, her wEha milê Serhedê, Botan, Rojhilat tev weha ne. Bi teybet Botan mirov dikare bêje qet çandekî bîyanî neketiyê. Ne fars, ne tirk, ne jî ereb ketine wê herêmê. Çandekî xwe dispêre 10 hezar sal berê, ango çanda herî xwezayî ya civakên destpêkê. Ji stranan bigre heya cilûber, irf û edetan tev wek berê dijîn. Heya niha li ser çavkaniya şoreşa yekem dijî. Ji ber ku, şoreşa yekem li ser wan axan hatibûn destpêkirin. Dixwazim bêjim ku pêşiyên me ji me re çandekî dewlemend hiştine, lê bi tevgera Azadiyê re ji nû ve hatiye nûjenkirin. Tirk û ereban ev ji çanda me qut kirîbûn bi rê ya asimîlasyonê. Ji destpêka tevgerê ve yekem jina stran gotiye Eyşeşane lê, ew jî ji aliyê mirovên xwe ve hat reşkirin. Neçar dibe ku diçe penabertiyê. Di dawiyê jî li metrepolên tirkan çû ber rehmetê. Li Ermenîstanê jî Zadîna Şekira hebû carekê tevlî mihrîcanê bû, bi sed hezaran kurd beşdar bibûn. Zadîna bi demjimêran digirî ya me jê pirsî çima tu digrî got; ‘dengê min pirr xweş bû, Radyoya dengê Êrîvanê ji min re got, were strana bêje di sala 1961’an de, ez jî çûm ji ber ku, min stran got, hezkiriyê min dest ji min berda û gostîlk da min û gotinên ne xweş gotin min. Êdî kesekî kurd li gel min ne zewicî neçarbûn ku, li gel ciwanekî ermenî bi zewicim. Niha jî kurd ciwan bûne û bi pêş ketine. Xwezî ez li gel yekê Kurd bi zewiciya da ku zarokên min jî bi kurdî bi axiviyan.’ Zadîna li berxwe di ket ji ber ku êdî rewşa gelê Kurd didît. Jinek din a bi navê Miryemxan li Başûrê Kurdistanê hebû rewşa wê heman bû, ew jî wê li gel yekî Bedirxanî bizewiciya lê ji ber ku stran gotine, gazî kirinê jêre gotine eger tu stranan bêje emê te berdin. Wê ji gotiye hûn min bikin bûka xwe, nekîn jî ez dest jê bernadim. Di nav kurdan çand weha bû.”
HEVAL MIZGÎN MÎLADA SEDSALA BIHURÎ BÛ
Ozan Comerd diyar kir ku bi Tevgera Azadîxwaza Kurdistanê re huner jî pêş ket û wiha zanî ziman; “ Çanda me bi tevgera azadiyê re derket pêş. Jin êdî derketin pêş, derketin ser dikê û li milekê jî çek girtin û li hember desthiladaran şer jî kirin. Wek mînak di destpêkê de hevala Mizgîn yek ji wan jinên pêşeng bûn. Hem stran digotin, hem jî şer dikir. Ji bo kurdan di warê çand û hunerê de heval Mizgîn mîlada sedsala bihurî ye. Dîsan heval Sefqan, herduyan destpêkê di nava tevgerê de dest bi kar û xebatên çandê kirine. Destpêkê di nava Hunerkom de pişt re bo Koma berxwdan. Yekemcar di nava vê demê de di nava stranên kurdî de şehîdên kurdan gerîla û qehremanên wan derbas dibin. Mirov dikare bêje ku cara yekemîn bi rêya saziya tevgera PKK’ê Hunerkomê û Koma Berxwedan gel hatiye hişyar kirin û deng vedaye. Çanda kurdî rê ji xwe re vekirî ye. Lê heya demekê hatiye, piştre li Bakûrê Kurdistanê û parçeyên din bazarekî biçûk ya hunerê hatiye ava kirin. Bazarekî aboriyê. Me gotibû ku em ji çanda dayîk û bavê xwe hatine durketin, heya niha jî em ne hatine li ser bingehê çanda wan. Hin jî em neketine deryaya ramanên Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqeyê Teyran. Wek Wefaî dîwana wî derdora hezar rûpele, dema ku mirov dixwîne di mirovan de deryayekî xiyalan xwe dide der. Dibe ku, bîr û baweriya wî heya hezar salên din jî bidome. Hem di warê evînî de hem di warê teserofî û felsefeyê de pirr dewlimende. Me ev gerdûniya hunerê heta niha jî nejiyane.
Ez bi xwe bêjim felsefe û bîr û baweriya ku PKK’ê ava kiriye, em hertim li dora wê çûne û hatine. Me nekariye xwe bi temamî ji ruhê sîstema heyî rizgar bikin.
ÇAND RUHÊ JIYANA CIVAKÊ YE
Ozan Comerd anî ziman ku bi berxwdana gerîla û felsefa PKK’ê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bingehek hatiye avêtin û me dengeyek çêkiriya di navbera sistemê û felsefeya PKK’ê de û wiha dom kir; “Serok Apo dibêje; ‘Em gelê arî ne, em ji aryen qut bûne ketine, dibin bandoriya Tirk, Ereb û Farisan de.’ Ew zihniyeta ku dijmin xistiye mejiyê me, me nekariye xwe jê rizgar bikin. Dibe ku em stranan dibêjin û ji ber dikin, lê me nakariye xwe ji wê zihniyetê azad bikin. Ji ber vê yekê jî Rêber Apo dibêje, berê xwe bidin çanda Aryen, ji ber ku koka çanda me aryen e. Em niha texlîda dijminê xwe dikin. Em heqaretê jî nekin. Bi van salên dawî re bi nirx, berxwdana gerîla û Felsefa PKK’ê û Rêber Apo bingehek hatiye avêtin û me dengeyek çêkiriye di navbera sistemê û felsefeya PKK’ê de.
Muzîk tiştekî pîroz e. Muzîk, bi giştî çand giyan û ruhê jiyana civakê ye. Civakbûyîn û pêşentiya civakê ye. Tişta ku em dikin ne ya rojava ye ne jî ya dijminê me ne. Ji ber ku em hîn ne ketine deryaya çanda xwe. Ji ber ku, tişta em îro dikin ne nirxê vê tevgerê daye çêkirin ne jî yê pêşiyên me ji me re hiştine. Ne jî me tiştek serbixwe avakiriye pêşkêşî gelê xwe bikîn.”
HUNERMEND RASTIYA STRANÊ NAJÎN
Ozan Comerd da zanîn ku hunermend dûbarebûnê dijîn û wiha dirêjî da axiftinên xwe; “Rêber Apo dibêje, ‘Li Rojhilata Navîn her tişt ezbere, ji jiyanê bigre heya her tişt hatiye ji ber kirin.’ Ji derûniyê bigre heya hîskirina wê. Jê re pratîk nîne. Rêbertî ji bo vê dibêje; dema ku pirtûkxaneyekê li kerekê bê barkirin, ma wê çi bizane barê wî çiye? Yanî di roja me îro de her kes dûbarebûnê dijîn, tiştên nû nîne. Ez jî di nav de wek yekî sosyalîst tenê tiştên di pirtûkên li ser hatine nivîsandin dijîm. Wek mînak hunermendek her cara derikeve li ser dikê, li ser şehîdan yan jî qetliamekê stranekê dibêje, lê di rastiya xwe ew hunermend rastiya wê stranê ji sedî yek najî. Yanî di xwezaya wî de cewherek tine ye. Mirov temaşe dike di navberê de jî destê xwe dirêj dike dibêje çepka lê bixin. Hestyariyekê najî. Di nava kurdan de nirxê ku di din hunermendan nadin tu kesên din. Wek kesayetekî 20-30 salî xebat kirî dama di keve nava gel de dibe wek hunermendekê giringiyê nediyê. Lê Hunermend vê rastiyê najîn û li gorî vî nirxî ranabin. Di roja me de di hunerê de aboriyekî biçûk heye, eger hunermendekî stranan dibêje ji wê stranê fam bike û gorî wêna rabe wê ew stran wî perwerde bike û mezin bike. Ji ber ku huner ehlaq, zanîst û çandê dide mirovan. Mînak dema ku mirov helbestekî ya Cigerxwîn yan jî Ehmedê Xanî di xwîne bi rastî mirovan pak dike. Ji ber ku hem felsefî ne, hem jî evînî, teserofî û ehlaqî ne. Dîsan dema dengbêjên me dema borî de stranekî evînî yan ji yekî qehremanî digotin di roja îro dema mirov guhdar dike mirov xwe wek, di warê hunerê de tazî dibîne û mirov xwe li hember de cahîl dibîne.
Yên wê demê hemû mîna pîsporî hatine gotin. Ji ber vê jî em najîn. Em xwe di milê aborî de dixapînîn, ji ber ku li gel me bi xwe tiştek nîne em bidin civakê. Di nava me kurdan de popîler derneketine holê, ji ber ku heya niha yekî kurd neketiye bazara cihanê. Çawan destpêkê tirkan ji me re digotin cengene diholê lê didin û kurd jî direqisin, niha ji dibêjin bila ji xwe re lêbidin û bi xwe jî bi reqisin.
Comerd got, tevgerê û Rêber Apo nirxek derxistiye holê û ew nirx dijî. Ozan wiha berdewam kir; “Eger çand û huner rast neyê jiyîn, wê xeteriyên pirr mezin bi xwe re bîne. Li gorî min felsefeya Rêber Apo di nava çand û hunera gelê Kurd de veşartiye. Ji ber ku ji çanda neolotîk bigre haya roja me ya îro di nava felsefeya Rêber Apo de cih digre. Ji Ehmedê Xanî bigre haya Cigerxwîn digre nava xwe. Serok Apo dibêje min bi stranekê şoreş da destpêkirin û her hunermendekî cewherekê têde dibine, xwedî lê derdikeve.
NIHA DEMA HUNERÊ YE
Her wiha hunermendê Kurd Comerd li ser Koma Berxwedan jî nêrînên xwe anîn ziman û got: “Koma Berxwedan bi kevneşopiya Hunerkomê re heta astekê hatiye. Lê piştî demekê rawestiyaye, yan endamên wê pîr bûne yan jî hinek qut bûne. Lê dîsa navê wê her maye. Me di Koma Berxwedan de kêmesiyekî mezin kir. Ji ber ku bi sedan ciwan hebûn me di nava Komê de bi cih nekirin vê xebatê bidin meşandin û bên perwerde kirin. Karê me bi sînor ma. Her kes bi hunerê xwe ve mijul bû. Lê dîsa jî tevger û gel dixwaze Koma Berxwedan rolê xwe bi leyîze. Lê tişta ku ez şaş dibîn eve ku, divê Koma Berxwedan neyê guhertin hertim bi navê xwe bimîne. Divê nifş bi nifş tevneşopiya wê bê berdewam kirin. Ji ber ku ew rolê ku koma berxwedan leyîstî tu niha nikarî heman rolî ji wan bixwazî. Lê dibe ku dîsa ji berhemên watedar pêşkêş bikin û xebat jî hene. Di vê êdî rola gerîla çand û hener bi leyîze. Ji ber ku niha pêvajo ketiye li ser siyasetê. Ji ber ku di cihanê de şaristaniyên herî pêşketî bi çand û hûnerê pêş ketine. Di vê bi lez em aliyê pratîkî û akademîk derbas bikîn. Ji niha û pêde gel û potensiyel heye. Hem di milê zanîstî de hem jî di warê arîkariyê de. Ji ber ku hunermend di nava gel de dikare rolekî gelek giring bigrin li ser milê xwe. Ji ber vê ji di vê hunermend dest ji tiştên biçûk berde û li pey berjewendiyên kesî berdin. Her wiha her tim bêterf bin.