Ozan Comerd: Girtina deriyê Sêmalka dilê dijmin xweş dike

Ozan Comerd: Girtina deriyê Sêmalka dilê dijmin xweş dike

Ozan Comerd da xuyakirin ku gelê Kurd di rojên dîrokî re derbas dibe û banga yekitiya gelê Kurd û xwedîderketina li Rojavayê Kurdistanê kir. Ozan Comerd, der barê girtina deriyê sînor ê Sêmalka de jî rexne li Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê kir û anî ziman ku girtina deriyê sînor ne tiştekî însanî ye.

Ozan Comerd  li ser rojeva Kurdistanê û çavdêriyên xwe  yên li qada gêrîlla ji Ajansa ANF’ê re  axivî.

KURD ROJÊN DÎROKÎ DIJÎN

Ozan Comerd li ser pêvajoya kurd tê re derbas dibe nirxandinên giring kirin û diyar kir ku, rojên em tê de ne rojên dîrokî ne û firsetên girîng li ber destê Kurdane. Comerd di dewama axaftina xwe de got “ Ji destpêka sedsalê heta roja me ya îro firsetên pir mezin bi destê Kurdan ketin. Lê belê Kurdan gelek berdêlên mezin dan. Mirov dikare bêje, di nava her deh salan de bi 10 hezaran şehîdên kurdan çêbûne. Wek di berxwedana Şêx Seît li Koçgiriyê, ya Agîrî, Geliyê Zîlan , Dêrsim, Mahabat û  li Başûrê Kurdistanê derfetên dîrokî bûn. Lê rêvebereke Kurdan nebû ku, her çar parçeyên Kurdistanê bigire nav xwe. Di warê Civakî, Siyasî, leşkerî û aborî de rêxistinekê  pêk bînin. Weke mînak; serhildana Dêrsimê ji eşîrên herêmê, ji tenê du sê eşîran pêk dihat: Yên din yan xiyanet kirin yan jî bi tenê lê temaşe kirin.”  

Comerd destnişan kir ku heya Şoreşa Tevgera Azadiya Gelê Kurd a di bin reberiya Rêberê Apo de hat destpêkirin rewş wiha bû û got, “Ev tevger ji sala 1978’an de bi bîr û ramanên Rêber Apo pêş ket û ji bo Kurdan û mirovahiyê bû ronahiyeke jiyanê.  Berxwedaneke bê hempa dimeşand, ji her çar parçeyên Kurdistanê jîneke nû da jiyîn. Pêşengî  ji Rojhilatê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê, Bakûr û Başûrê Kurdistanê re kir.”

BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DI DESTÊ DESTHILADARAN DE YE

Comerd  li ser pêşketinên Başûrê Kurdistanê jî da zanîn ku niha li Başûrê Kurdistanê rewş hatiye guhertin û wiha anî ziman: “ Başûrê Kurdistanê her çend bi Projeya Rojavayiyan û desthiladaran bibe  federal  û li gorî berjewendiyên xwe dîzaynek dayeye, di warê civakî, aborî û siyasî de hindik be jî pêşketinek heye. Dîsa di warê xwe rêveberinê de parlamenek a Başûr heye. Lê dîsa jî vîna Başûrê Kurdistanê di destê desthiladaran deye. Her çend ku, federesonek hatibe ava kirin jî û xwedî al, aborî û sirûda xwe jî bin lê dîsa mirov dikare bêje ku sedî 80 di destê desthildaran û dewleta Tirk  deye. Mînak rojekê wezîrê Tirkiyê gazî Mesud Barzanî dike ji bo biçe Tirkiyê. Barzanî diçe lê li pişt wî ne ala Kurdistanê ne jî ya Iraqê datîne. Derfetê ku niha li Başûrê Kurdistanê hene, bi saya PKK’ê bi dest ketine. Dewletan li hemberî PKK’ê Başûrê Kurdistanê mezin kir. Ji bo li dijî wan şer bike û têkiliya wan jê qut bike. Lê tevî van hemûna jî, di çend salên dawî de li her çar parçeyên Kurdistanê gel bi pêşengiya Tevegera Azadiyê gihaşt hev. Di warê civakî, çandî, leşkerî, aborî û siyasî de xwe gihand hev”

DAXWAZÊN GELÊ KURD REWA NE

Comerd bal kişand li ser berxwedana gelê Kurd û diyar kir ku gelê kurd di nava sedsala dawî de gavên bê hempa avêtine û bi pêşengtiya Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd ji nû de dîrok nivisand. Conerd destnişan kir ku bi tevgera PKK’ê re gavên giring hatine avêtin û wiha berdewam kir; “Di warê çand, nasname, ziman, vînbûn û huqûqa gerdûnî de gavên mezin hatine avêtin. Herwiha ji bo gelê Kurd hemû mafên gerdûnî ku bi peymanan di cihanê de hatine pejirandin dixwaze. Bê ku, gelê Kurd li ser hinek gelên din re bibîne yan ji kêmî  civakên din, wek heviyekî mirovane dixwazin. Mafekî gelekî  xwezî û civakî hatiye xwestin.Di her çar pirtûkên pîroz de jî ev mafane hene û mafê her kesekê ye ku van mafan bi xwaze.Ji derveyî vîna gelê kurd tiştek ne xwestiye, lê desthiladaran nexwestiye vê bîr û baweriya Rêber Apo  muhatab bigre yan ji newîrane ku fikir û ramanên wî yên xwezayî û gerdûnî yên ji bo mirovahiyê bipejirînin.
Ji ber vê jî li erd û ezmanan cih jê re nehiştin.Li çar aliyê cîhanê geriya ne karî mafê rûniştinê bigre. Di dîroka mirovahiyê de xiyaneta li himber hatî kirin heta niha nehatiye dîtin. Komployekî navnetewî  li ser  Rêberê Rojhilata Navîn û gelê Kurd hat meşandin. Di dawiyê de jî kirin korteke 12 metrekare de, lê dîsan ne karîn hezkirina wî ji gel qut bike. Bi fikir, felsefe  û ramanên xwe dîsa civak perwerde kir û dest jî têkoşinê berneda. Ew 12 mertekare kir zanîngeha herî mezin ji bo mirovahî yê. Bi teybetî gelê bindest. Di nava vê pêvajoyê de tiştek nema li serê kurdan neanîn lê dîsa Kurdan bi berxwedanekî mezin û vînekî bi felsefa Rêber Apo hatî hûnandin têkoşîn bilind kirin. Ev çala ku Rêber Apo jê re dibêje çala mirinê vegeriya zangoya herî mezin. Di asta ku em hatînê gelê Kurd berdêlên gelek mezin dan, divê gelê Kurd van berdêlan ji bir neke.

Di roja em tê de ne yeketiya gelê kurd gelek girînge. Di peyama dawî ya ku Rêber Apo di Newrozê de pêşkêş kirî de xwest ku, hemû gelê Kurd bi hev re dest bide hev û yekitiya xwe çebike. Kî dibe bila bibe divê dest ji berjewendiyên eşîrtî û hizbî berde, berjewendiyên newetewî  li ber çawan bigre. Ji ber vê ji Rêber Apo gelek xebat ji bo yekitiya Kurdan da meşandin, heta li gel Idrîs Barzanî jî ji bo kongre çêbibe biryar dabûn, lê derfet nebûn. Niha  jî gazî rêxistinên Başûrê Kurdistanê kir ku xebatê ji bo yeketiya gelê Kurd bikin.

FELSEFEYA RÊBER APO GEL NÊZÎ HEV KIRN

Ew Felsefeya û bîr û baweriya ku Rêber Apo dixwest ji bo mirovahiyê ava bike niha li Rojavayê Kurdistanê tê meşandin. Niha mirov dikare bêje ku, Rojava  dojeha dîrokê ye, li milekê xwîn dirêje, li milekê nîjatperestiya olî ye. Yanî di cihanê de çiqas xirabî hebe li Rojhilata Navîn bi kar tînîn. Di xwazin dinava vê dojehê de cinetekê ji bo mirovahiyê ava bikîn. Ez bi xwe gelekî ji Çanda Rojhilat hez dikim, ji ber xwedî dîrokekî milyona salane, bi vê çandê gelê Kurd niha di xwaze li Rojava çandakê bide avakirin, lê li pişta wan tu kes û nêz nine, tenê bi felsefe û bîr û baweriya Rêber Apo têdikoşin. Disan bi vîn û keda şehîdan xebatê didin meşan din. Niha li Rojava  dibin pêşengtiya Kurdan de ereb, Suryanî, Elewî jiyan dikin û  rêxistin, meclîs  û rêveberên xwe diyar dikin. Yeketiya xwe çêdikin.  Mirov dikare bêje ku li Rojhilata Navîn de yekem care tiştek wiha bi demokrasîya ne têavakirin û bê cudahî gel bi hev re tên jiyan kirin.Ev ji bi Felsefeya Rêber Apo pêk hat.”

HÊZÊN BAŞÛR RÊ NEDAN BIÇIM  ROJAVA

Ozan Comerd di derbarê girtina Deriyê Sêmalkan de rexneyên tund kirin û da zanîn ku, ji bo biçe Rojava yê Kurdistanê, hatiye Başûrê Kurdistanê, lê rayedarên peywedîdar rê nedaye, biçe Rojava û  got: “ Ez di 16’ê Tirmehê de hatim Başûrê Kurdistanê ji bo biçim li Rojava yê Kurdistanê, Salvegera Şoreşa Rojavayê Kurdistanê pîroz bikîn, lê mixabin siyasetmedarên me dû caran serlêdan kirin , ji bo ez derbas bibim destor nedan.  Gotin derî hatiye girtin. Vaya derdora 30 sala ez vî karî dikim ez gelek welatan geriyame lê ta niha yekwelatî em nezivirandine û pirsgirêkek ya nasnemeyê ne jî ya siyasî dernexistine ji bo me. Armanca me ne jibo siyasetê yan ji şer bû temê me xwest ku em bi hunerê xwe mûralekê bidin gelê Rojava yê kurdistanê. Ji ber di dema Şoreşê gel pêwistî bi coş û moral heye, lê mixabin ev daxwaza me ji aliyê hêzên Başûrê Kurdistanê ve hat asteng kirim.
Niha li Rojavayê Kurdistanê şansekî bi dest ketiye. Xiyalên bi sedhezaran şehîdene, hem yê Ehmed î Xanê ye divê gelê Kurd vê derfetê dîrokî dest nedin û yekitiya xwe çê bikin. Lê  mixabin em temaşe dikin tişta ku mirov  nikarin wate bidinê dikin. Ji ber ku beşek yê Kurdan di xwaze ku mafê xwe yê gerdonî bistîne, li mile din jî Başûrê kurdistanê radibe derîyê sinor digre. Aliyek Başûr digere aliyên din jî ji aliyê Esed, Tirkê û çeteyên ku mirov nizane ji bo çi şer dikin derî li ser gelê Rojava girtine.Gelo ma mirov ahî eve.Ev ji tê wateyê ku tenê dilê dijminê gelê xwe xweş dikin û xizmetê jêre dike.
Bi teybet di demek wiha de ku ne nanê wan ne Şîrê zarokan ne jî eletirîka wan heyî de derî digre. Ji derveyî  vîna di çend rojên bûrî de çend ambolans hatibûn ji bo Rojava heya rê dawan jî, her çend ku, Turkiye ji bo taktîkî car carna rê vedike û digre,  ji bo xwe wek dost nişan bidin,  lê evane wiha ji nakin.

Derî deriyê Kurdistanê ye.Her çar perçe jî axa kurdistanê ye. wê biçin derî li kukerê veke. Ta niha li gel tu welatan peymanekî ku mafê gelê Kurd nas bike nîne û mafê wan nasnakin.  Ji ber vê ji derî deriyê gelê Kurd e, axji axa gelê kurd e. Ez bawerim ku eger îro li Başûrê Kurdistanê kampanyayekî bê destpêkirin jibo vekriina derî vê milyonekî  kes daxwazê jê bikin ku derî vekin ji xwe li her derê çalakî  ji dijî girtina derî hene. Di tu çandan de tiştekekî wiha nayê pejirandin haya di feokalizmê de jî, ji ber  derî girtina wan nirxekî mirovahiyê nade û wê gelê Kurd rojekê hesab ji wan bi pirse.”

HER QADA GERÎLA BÛYE ZANKOYEKE JIYANÊ

Ozan Comerd da destnişankir ku, her warê ku gerîla têde dijîn vegerandine zankoyeke jiyanê  û bi fikir û ramanên Rêber Apo xemildandin û wiha pêde çû, “Dema ku mirov dikeve nava axa çiyayên Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê mirov ji sistemê û cihanê qut dibe. Ji ber ku sîstema li vêderê ava dibe pir cuda. Hem di warê danûstandinên mirov bi hev re, ham ji rûniştin rabûna mirov de cudahiyek pir mezin heye. Di nav de madî û berjewendî tine ye.Ji derve dema ku yek silavekê dite mûheqeq di silava wî de berjewendiyek heye, lê li çiya newiha ye.hemû ji bo heval tî û berjewendiyên giştî ne. Di nava 30.salên dawiyê de bi felsefeya  Rêber Apo jiyanek nû li ser van çiyan hatiye afirandin. Min berê ne dizanî ku sinorên wan qadan ji hene her herêmekê sinorê xwe heye. Di cihanê de mirov dikare bêje ku, hêza herî bi pîvan û xwedî paristinekî  kêrhatî ya HPG’ê ye. Her komek ya gerîlla herêmekê di parêze  û paristinekî cûda heye. 
Qadên ku di destê gerîlla de ne her yekê wek Zankoyekê  şaristaniyê û  felsefeya Rêber Apo dagirtî  ye. Hem zanîngeha xwezayê ye, hem ya bi fikrên Serok Apo ye. Ev zanîngeheke di encama perwerdeya  dehan salan de derketiye hole û ji nû ve jiyanek daye afirandin.

Min nêzî 15 cihan konserdanan.Di  van konseran de piraniya wan ciwanên ku min naz dikirin û xebatên çandê di dan meşandin bûn. Ji ber pergala dijmin berê xwe dane çiya, yanî jimarek zêde ciwanên nû di nava vê pêvajoyê de tevlî nava refên gerîlla bûne. Her wiha ev ciwanane piraniya wan yên ku dewlet ser de çûne û ji ber zordariya wan li zangoyên Turkiyê hatine. Yanî zanîngehên dewletê berdane hatine zanîngehên çiyayên Kurdistanê. Mirov dikare bêje ku ev herêmane zankoyekî xwezayî  û gerdoniye ku bi felsefeya Rêber Apo hatiye xemilandin.

Tişta ku herî bala min kêşandîew bû ku tiştên herî zidên hev hatine li serê van çiyayan.wek yek xwendevanê zankoyê ye, yekê bajarên ne dîtine, yekê çiya ne dîtine, yek zarokên feqîrane û yek ji zarokên dewlimend û axane lê li serê van çiya bê cûdahî xwazî bi hev re jiyan dikin. Bi fikrê ronahiya Rêber Apo de jiyan dikin.Jiyanekî  nû didin jiyan kirin. Ciwan nivş bi nivş berê xwe didin çiyê Kurdistanê û xwe ji tofana  heyîrizgar dikin.

DIVÊ HUNERMEND YEKÎTIYA XWE ÇÊBIKIN

Her wiha di dawiyê de Ozan Comerd Bang li Hunermedan kir xwedî li nirxên gelê Kurd derbikevin û piştgirê bidin Rojavayê Kurdistanê û bibin windanê civakê . Comerd nirxandinên xwe wiha domand; “ Ez ji di nav de kêmasiyên me hunermendan pirin. Hunermend pêşengên gelê xwe ne. dema mirov dirokê temaşe dike, wek Sovyetê belku ji sedî 90’ê  hunermendên wan di cebhê şer de jiyana xwe ji dest dan.Hemû gelên cihanê di dema şoreşan de rewşembîr û hunermendên wan mildidin hev ji bo azadiya gelê xwe têkoşîn didin meşan din. Hem bi hûnerê hem ji bi şervantiya xwe. Milekê hunermend wijdana  gelê xwe ne. ji ber vê ji divê hunermend mil bidin hev  û dest ji tiştên biçûk berdin û dest ji terevbûnê berdin. 

Ji ber ku di her hunermendekê de cewherên pir mezin hene, ger bibin yek, dikarin gavên giring bavêjin. Nirxê ku derkefiye holê, ji bo tu gelan derneketine.ji ber vê ji di vê xwe dî vî nirxî derbikevin û ji bo Rojava yê Kurdistanê tişta pêwist bikin, hem jî ji bo Kongra Netewî ya tê kirin rola xwe bileyîzin. 

Bangawaziya min li hemû hunermendan ewe ku yekitiya xwe çê bikin. Ji ber ku herkesî niha yekitiya xwe çê kiriye, bi tenê hunermend mane û yên herî zêde gaiya yekitiyê dikin jî hurmendinb. Divê ji bo Rojava, hunermend dengê xwe bikin yek."