Okyanûs heta 2050'an dikarin baş bibin!

Li gorî lêkolîna di kovara Natureyê de weşiyayî heta 2050'an okyanûs dikarin baş bibin. Ji 10 welatan pisporan bal kişandin ser wê ku ekosîstemên deryayê dikarin xwe ji nû ve çêbikin.

Lêkolîna di kovara Natureyê de bi bandorê pozîtîf ên hewldanên ji bo parastina okyanûsan têkildar dibe. Zanyar diyar dikin heta 2050'î mirov dikare ekosîstemê bi temamî restore bike.

Di lêkolînê de tê gotin mirov gelek tiştan deyndarî okyanosan e, hem ji hêla kar û têrbûnê ve hem jî li ser mijara enerjiya ku ji hêla potansiyel ve dikare were nûkirin û berdana CO2'yê ve 2,5 ji 100'î yê hatina xeynî ya safî ya millî dabîn dike. Heke ekosîstemên deryayê hilweşin okyanûs wê nikaribin van fonksiyonên xwe bi cih bînin.

Midûrê Lêkolînê yê Navenda Lêkolîna Zanistî ya Netewî ya Fransayê (CRNS) û yek ji nivîskarê lêkolîna ku di kovara Natureyê de weşiyayî Jean-Pîerre Gattuso got, ''Em ne xeyalperest in. Xebatên ku van salên dawî têne kirin berên xwe didin. Restorekirina jiyana deryayê ji her hêlê ve kar e, ji hêla aborî ve jî biaqilmendî ye.''