Navenda Çandê ya Med, ji bo mala Denbêjan zend û bend bada
Navenda Çandê ya Med, ji bo mala Denbêjan zend û bend bada
Navenda Çandê ya Med, ji bo mala Denbêjan zend û bend bada
Navenda Çandê ya Med, ku bi xebatên xwe re hewl dide çanda Kurd jîndar bike, mora xwe avêt binê projeyek mezin. Navend xwe amade dike maleke Dengbêjan a mîna li Amedê veke. Ji bo vê yekê jî weke gava yekemîn dê roja 22'ê Îlona 2013'an li salona Konfeansê ya BDP ya Bagcilarê bi navê Sewta Dengbêjên Mezopotamyayê, performanseke zindî pêşkêş bike. Di vê pêşkêşiyê de dê dengbêjên ciwan Sebrî Agirî, Xenî Qereyaî, Mihemedê Beyro, Abdulezîzê bêdlisî, Metînê Mûşî û dengbêjên navbera Sewan, Mûrat û Bawer performansa xwe nîşan bidin.
Beriya performansê xebatkarê Navenda Çandê ya Med Kaniya Dengan Rêzan ji ANF'ê re peyivî û diyar kir ku armanca wan jîndarkirina kevneşopiya Dengbêjiyê ye, ku çand û dîroka Kurd anî heta roja îro.
GIRÎNGIYA DENGBÊJIYÊ DI ÇANDA KURD DE
Rêzan da xuyakirin ku Dengbêjî navê ji ozanên gelê Kurd re tê dayîn e û anî ziman ku wateya vê gotinê jî şêweya deng, jiyan û reng e. Rêzan anî ziman ku dengbêjiyê, çand û wêjeya Kurd aniye heta roja îro û diyar kir ku di tevahiya dîrokê de her gel xwedî wêjeyê ye, civakên bê wêje di heman demê de bê ruh in. Rêzan bal kişand ser dewlemendiya zimanê Kurdî di warê wêjeyî de û got, "Yek ji sedemên bingehîn ên qedexekirina zimanê gelê Kurd, dewlemendî û bedewiya vî zimanî ye." Rêzan bibîr xist ku tunekirina gelekî, bi tunekirina ziman û çanda wî dibe û anî ziman ku di tevahiya serdemên dîrokê de serdestan hewl dane Kurdan asîmîle bikin, ev hewldanên asîmîlasyonê heta roja îro dewam kirine û gelê Kurd jî li dijî vê bi çanda dengbêjiyê li ber xwe daye.
‘ÇANDA ME BI SAYA DENGBÊJIYÊ DIJÎ’
Rêzan da xuyakirin ku mijara dengbêjiyê efsane, çîrokên hatine jiyîn, eşq û destan e û got, "Eger em îro ji gelek dewlemendiyên xwe yên çandî û hunerî sûdê werdigirin, ev bi saya çanda dengbêjiyê ye. Ji ber vê yekê ye ku dengbêjî ji aliyê gelê Kurd ve ewçend tê hezkirin û girîng tê dîtin." Rêzan diyar kir ku kesekî li Evdalê Zeynikê, Şakiro, Miradê Kinê, Eyşeşan û Meyremxanê guhdarî nekiribe nikare berhemeke baş a hunerî ava bike û got, "Kevneşopiya dengbêjiyê, rastiyeke me ya zimanê Kurdî herî baş bikar aniye ye."
‘ARMANCA VE RAGIHANDINA DENGBÊJIYÊ JI NIFŞÊN NÛ RE YE’
Rêzan anî ziman ku bi vê wesîleyê fikra avakirina mala dengbêjiyê li Stenbolê derketiye holê û got, "Em dixwazin xwedî li wêjeya xwe ya devkî derkevin. Bi avakirina mala dengbêjan re em dixwazin dengbêjên xwe bînin cem hev û vê mîrateya xwe ji dengbêjên kal û pîr ragihînin nifşên dengbêjên ciwan. Bi dirûşma "Dengbêjî nasnameya çandî ya gelê Kurd e" em dixwazin xwedî li vî nirxê xwe derkevin."
Rêzan diyar kir ku gava yekemîn a vê projeyê dê di 22'ê Îlona 2013'an de saet di navbera 17:00 û 20:00'an de li salona Konferansê ya BDP ya Bagcilarê bi performanseke zindî biavêjin. Rêzan da xuyakirin ku dengbêjên ciwan Sebrî Agirî, Xenî Qereyazî, Mihemedê Beyro, Abdulezîzê Bêdlisî, Metînê Mûşî û dengbêjên Serwan, Mûrat û Bawer derkevin ser dikê. Rêzan banga beşdariyê li her kesî kir.