Navenda Çand û Hunerê ya Waşokanî vebû
Navenda Çand û Hunerê ya Waşokanî vebû
Navenda Çand û Hunerê ya Waşokanî vebû
Bajarê Serêkaniyê piştî ku ji komên çeyan hate rizgar kirin, hêdî hêdî vedigere rojên geş. Li bajarê Serêkaniyê îro Navenda Çand û Hunerê ya Waşokanî bi şahiyekê hat vekirin.
Li Rojavayê Kurdistanê bajarê Serêkaniyê gel xwe jinûve tevger dike û saziyên xwe yên nû ava dike. Yek ji wan jî saziya bi navê Navenda Çand û Hunerê ya Waşokanî ye. Navenda Waşokanî îro bi beşdarbûna endamên çand û huner yên herêma Cizîrê, hunermend û endamên saziyên sivîl bi şahiyekî hate vekirin.
Di şahiya vekirinê de endamê kordînasiyona Tevgera Çand û Hunerê ya DemokratîK (TEV-ÇAND) Gulbuhar mal avahiya hemû mêvanan kir û got: “Li bajarê Serêkaniyê berxwedanek bê hempa ji bo parastina çanda bajêr û nirxên dîrokî yên gelê me hatiye dayîn û gelê me li dijî wan komên çeteyan bi ser ket.”
Welat di dewama axaftina xwe de got: “ Navenda Waşokanî wê ne tenê navendek ji bo çandê be, lê em ê bighînin asta ku bibe akademiyek ji bo ramanên hunermendê me yê mezin Rêber Abdullah Ocalan. Wê kes nikaribe çanda Rojavayê Kurdistanê qir bike.”
Şahî bi stranên gelêrî û neteweyî ji aliyê komên herêma Cizîrê ve, dîlan û helbestên helbestvanan bidawî bû.
Piştî ku şahî bidawî bû, şirîta navendê bi çapik û tilîliyan ji aliyê dayikên aştiyê hate birîn.