NAV-DEM sibê li Dortmundê 2. Kongreya xwe pêk tîne

Hevserokên NAV-DEM’ê diyar kirin ku bi kongreya ku sibê wê li Dortmundê pêk bînin re paradîgmaya Neteweya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikin jiyanê.

Hevserokên NAV-DEM’ê diyar kirin ku bi kongreya ku sibê wê li Dortmundê pêk bînin re paradîgmaya Neteweya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikin jiyanê. 

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Elmanyayê (NAVDEM) sibê 2. Kongreya xwe li Dortmundê pêk tîne. Ji bajarê cuda yên Elmanyayê wê delege beşdar bibin. Ligel delegeyan wê rêxistinên civaka sîvîl û nûnerên partiyên sîvîl jî beşdar bibin.
Kongreya îsal bi şîara ‘Ji bo avakirina neteweya demokratîk em saziyên xwe rêxistin bikin’ wê pêk bê.

Têkildarî amadekariyên Kongreyê de hevserokên NAV-DEM’ê Dîlek Satilmiş û Yuksel Koç ji ANF’ê re axivî û diyar kirin ku kongreya îsal wê li ser avakirina paradîgmaya Neteweya Demokratîk ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigirin dest û got: “Her kes bû şahid ku ev model li Rojava di navbera gelan de têkiliyek çiqas xurt ava kiriye.”

EM Ê PARADÎGMAYA NETEWEYA DEMOKRATÎK BIKIN JIYANÊ

Koç destnîşan kir ku ji bo paradîgmaya Neteweya Demokratîk bikin jiyanê li her derê wê rêxistina xwe bikin û wiha berdewam kir: “Sala bihurî me li Elmanyayê ev bi tevahî nîşan neda. Pêvajoyeke ku bi Kobanê re destpê kiribû hebû. Ji ber vê jî ez dikarim bêjim ku salek bi çalakî û bernameyan derbas bû. Lê Şoreşa Rojava li gorî sala bihurî gelek pêş ketiye. Ji bo me ev gelek girînge. Ji ber vê me li Elmanyayê hinek projeyên xwe nekarî bikin jiyanê.  Em di gelek mijarên weke aktîvîteyên zarokan, karbeşî û malbatî de qels man.”

EM ARMANC DIKIN KU BIBIN BERSIV

Koç da xuyakirin kirin ku wê bi Kongreyê re rewşeke nû derkeve holê û wiha pêde çû: “Sibê em ê 2. Kongreya xwe pêk bînin.  Em hedef dikin ku li ser pêngavên şênber bisekinin. Armanca me ev e ku em ji pirsgirêkên gelê xwe re bibin bersiv.”

Kongre sibê saet di 10.00'an de li Sade Eventhalle, Kleyer Weg 50 44149 Dortmundê pêk tê.