Namzetên HDP'yî li Elmanyayê tevlî şeva piştevaniyê bûn

Li bajarên Gelsenkirchen û Hannover ên Elmanyayê bi armanca piştevaniya bi HDP’ê re şev hatin lidarxistin.

Li bajarên Gelsenkirchen û Hannover ên Elmanyayê bi armanca piştevaniya bi HDP’ê re şev hatin lidarxistin. Di organîzasyona li Gelsenkirchen a welatiyên ji Derya Reş li dar xistin, namzetê HDP’ê Pîr got, "Pira biratiyê ya bi Kemal Pîr û Hakî Kareran destpê kir, îro gihişt mîlyonan û dîrok nivîsand.” Namzetê Riha Baydemîr got, "Pêwîst e her ferdek tevlî vê têkoşînê bibe. Divê xwedî li deng û tercîha xwe derkeve.”

Welatiyên ji Derya Reş ên li Ewropayê dijîn, ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê  şeva piştgiriya bi HDP’ê re li dar xistin.

Şev di pêşengiya Komeleya Alternatîf û bi piştgiriya Meclîsa Gel a Kurd a Gelsenkirchen û Enstîtuya Kurd hat lidarxistin. Di şevê de hat diyarkirin HDP yekane partiya ku biratiya gelan diparêze.

Ji Komeleya Alternatîf Alî Mahîr Abdîk ku axaftina vekirinê kir û pêşkêşvanî kir, nêzî 400 kes tevlî şevê bûn.

PİR: EM Ê ÎNADA LAZ Û KURD BÎNIN CEM HEV

Xwarziyê yek ji damezrînerê PKK’ê Kemal Pîr, namzetê parlamenteriyê yê HDP’ê Ziya Pîr jî di axaftina xwe de got,"Pira biratiyê ya bi Kemal Pîr û Hakî Kareran destpê kir, îro gihişt mîlyonan û dîrok nivîsand. Ji niha û pê ve ji bo aştî û biratiyê wezîfeyeke mezin dikeve ser milê gelan. Ez jî laz im. Weke hevserokê me yê giştî got, em ê înada Laz û Kurd bînin cem hev û qezenç bikin.”

Rêvebera Enstîtuya Kurd a Elmanya Aysel Avesta Aydin  jî got, "Gel xwişk û bira ne, jin jî pireke ku vê tîne gel hev. Lê belê pergala serwer a şer û kîn kir bela serê mirovan, bi tacîz û tecawizêev pira aştî, xwişk û biratiyê ji holê rakir û mirov ji hev re kirin xerîb. Niha jin van piran ji nû ve çêdike. Bi HDP’ê re dike xizmeta gelan.”

Di şevê de stranên Kurdî û Lazî hatin xwendin. Hunermend Akbaş jî ji zimanên cuda stran got.

Dahata ji şevê hat komkirin wê ji bo xebatên HDP’ê yên li Trabzonê re bên şandin.

HANNOVER

Li bajarê Hannover ê Elmanya jî bi beşdariya namzetên HDP’ê yên Riha û Êlihê şevek hat lidarxistin.

Şev li Niedersaksın Congere Centrum Salla hat lidarxistin. Saban Kazan, Koma Welat, Mesut Med, Cîwan Çewlik, Katra, Koma Azadiya Jiyan, Leman Stein û Umuda Haykiriş bi stranên xwe tevlî şevê bûn. Zêdetirî 4 hezar kes tevlî şevê bûn.

Di şevê de namzetê HDP’ê yê Riha Osman Baydemîr, namzetê Êlihê Alî Atalan Berdevkê AABF ê Qada Bakur Atîlla Ceylan û berdevkê ATÎK axivî.

'EM DIXWAZIN BIBIN KIRDEYEKE CIVAKÎ YE'

Berdevkê AABF Atîlla Ceylan jî got, “Em dixwazin di HDP'ê de bibin yek û di pêşketina demokrasiyê de bibin kirdeyeke civakî ya aktîf. Em bang her beşên alîgirên demokrasî û azadiyan dikin ku hêz bidin meşa demokrasiyê.”

ATALAN: LI HEMBER DÎKTATORÎ, STATUKO Û NÎJADPERESTIYÊ PROJE

Namzetê Êlihê Atalan jî got, "HDP li Tirkiyeyê yekane garantiya demokratîkkirina Tirkiyeyê ye. Li hember dîktatoriya AKP’ê statukoparêziya CHP’ê û nîjadperestiya MHP’ê projeyeke jiyana nû ye ya wê xwişk û biratî û wekheviyê bixe pratîkê.”

Namzetê Riha Baydemîr got, "Pêwîst e her ferdek tevlî vê têkoşînê bibe. Divê xwedî li deng û tercîha xwe derkeve.”

Şev bi dirûşmên, "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.