Namzetên HDP’ê rastî eleqeyeke zêde tên
Namzetên HDP'ê bi bernameyek lez amadekariyên hilbijartina 7'ê Hezîranê dikin û xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin. HDP bi şîara "Jiyana Nû" ji her derdorên Tirkiyeyê piştgiriyê digire.
Namzetên HDP'ê bi bernameyek lez amadekariyên hilbijartina 7'ê Hezîranê dikin û xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin. HDP bi şîara "Jiyana Nû" ji her derdorên Tirkiyeyê piştgiriyê digire.
Namzetên HDP'ê bi bernameyek lez amadekariyên hilbijartina 7'ê Hezîranê dikin û xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin. HDP bi şîara "Jiyana Nû" ji her derdorên Tirkiyeyê piştgiriyê digire.
SÊRT
Namzetên HDP'ê yên Sêrtê Prof. Dr. Kadrî Yildirim, Hatîce Sevîp Tekîn û Îsmaîl Aydin di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi rêveberên HDP û DBP'ê esnafên Hala Fêkî û Sebze ziyaret kirin. Esnafan namzet bi dawol û zirnayan pêşwazî kirin. Namzetan piştî gundariya esnafan kir Komeleya Komîsyoncuyên Fêkî û Sebzeyên Şil kir. Prof. Dr. Kadrî Yildirim diyar kir ku ew weke partî bi provokasyonan amadekariyên hilbijartinê nake bi dawol û zirnayan amadekariyên hilbijartinê dikin.
Piştî ziyaretê namzetên HDP'ê tevlî civîna gel a li buroya hilbijartinê ya li Kolana Tîllo bûn.
AMED
Li navçeya Farqînê ya Amedê jî buroya hilbijartinê hate vekirin. Namzetên HDP'ê yên Amedê Altan Tan, Nesrîn Şanli û Îmam Taşçier li gundê Qurtê pêşwazî kirin. Li ber avahiya HDP'ê namzet bi gel re hatin cem hev û pişt re bi gel re heya Kolana Gazî meşiyan û tevlî vekirina buroya hilbijartinê bûn.
Namzetê HDP'ê Altan Tan diyar kir ku keyfa wan û hevalên wan bi di cih de ye û wiha got: "Lê ji ber em dê berdavê derbas bikin keyfa serokomar û serokwezîr nexweş e." Piştre namzetan esnaf ziyaret kirin.
ŞIRNEX
Namzetên HDP'ê yên Şirnexê jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de esnaf û saziyên sivîl ên bajar ziyaret kirin. Namzetên HDP'ê bi kincên gelerî esnaf û sazî ziyaret kirin û welatiyan bi coş pêşwazî kirin.
SEMSÛR
Namzetên HDP'ê yên Semsûrê jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de Odeya Çandîniyê û çapemeniya heremî ya bajar ziyaret kirin. Namzetê HDP'ê Ferhat Temel diyar kir ku ji ber polîtîkayên AKP'ê çandînî têk çû çotkarên Semsûrî îflas kirin.
EDENE
Namzetên HDP'ê yên Edene jî Odeya Tabîban a Edene, KESK û Baroya Edene ziyaret kirin. Ji namzetan Meral Daniş Beştaş diyar kir ku dê bi sendîka û rêxistinên pişeyî pirsgirêkan çareser bikin. Namzet Tugay Bek jî diyar kir ku ew dixwazin wekîliya hemû kes bigihije wan bikin.
Endamên Odeya Tabîban jî diyar kirin ku ew dê piştgiriyê bidin HDP'ê.
MÛŞ
Namzetên HDP'ê yên Mûşê jî bi rêveberên HDP'ê re esnafên bajar ziyaret kirin. Di gerê de gelek esnafên gotin berê piştgirî didan AKP'ê êdî dê piştgiriyê bidin HDP'ê. Namzetan serê sibê dest bi xebatên xwe kirin û ewil Komeleya Keyayên Mûşê ziyaret kirin. Di ziyaretê de gelek keyayan got ew dê êdî piştgiriyê bidin HDP'ê. Namzetê HDP'ê Prz. Mesur Işik diyar kir ku di xizmetê de ew tu cudahiyê nakin.
Keyayê gundê Hêrget M.Şîrîn Yilmaz diyar kir ku bi gelek keyayan re bi salan piştgirî dan AKP'ê û wiha got: "Em AKP jî şand ser kar gelek fersend jî danê. Lê em berê xwe didinê tu pêşketin tuneye. Yek jî dibêjin 'Hêviya me ew e ku HDP di bin bendavê de bimîne' Di kurdî de gotinek heye 'Bêxiret nabe.' Êdî em piştgiriyê nadin AKP'ê. Em dê li van gunda baş bixebitin. Bi hêviya xwedê em dê 3 namzetên xwe bişînin meclîsê."
QERS
Namzetên HDP'ê yên Qersê jî bi xebatkarên çapemeniyê yên bajar re hatin cem hev. Di civînê de pirsgirêkên xebatkarên çapemeniyê yên bajar hatin nirxandin. Piştî civînê namzet derbasî Arpaçayê bûn û tevlî vekirina buroya hilbijartinê bûn. Nazmetên HDP'ê rastî eleqeyekî mezin hatin.
RIHA
Namzetên HDP'ê jî li Hîlvanê tevlî vekirina buroya hilbijartinê bûn. Namzetên HDP'yên Rihayê Osman Baydemîr û Gulcan Avci di ketina navçeyê de ji aliyê welatiyan ve hatin pêşwazîkirin û pişt re derbasnî navenda navçeyê bûn. Nazmeta HDP'ê Gulcan Avci diyar kir ku ji bo hemû cudahiyan qebûl bikin hatin cem hev. Girseyê bi dirûşmeya "Jin, jiyan, azadi" bersiv dan.
Osman Baydemîr jî diyar kir ku ev hilbijartin, ji hemû hilbijartinên 30 salên dawî pêk hatin girîngtir e û dê 50 salên bê bi bandor bike û wiha got: "Hûn hilbijartinekî di makezagona nû de cih bigirin an na dikin. Xwedê ji hemû kesan re rêya rast nîşan bide."
Piştî vekirina buroyê namzet bi keyayên taxên Hîlvanê re hatin cem hev û piştgirî xwestin. Pişt re Komeleya Piştgirî û Alîkariya Gevoz ziyaret kirin. Pişt re namzet vegeriyan Rihayê.
Namzetên HDP'ê li navenda Rihayê jî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan ziyaret kirin û nexweş û xizmên nexweşan ziyaret kirin û pişt re bi Serhekîm Mehmet Gulum ziyaret kirin. Namzetên HDP'ê pişt re bi esnafên Pasaja Kapakli ziyaret kirin û pişt re Komeleya Îstîhdam û Rehabîlîtasyona Astengdarên Zihînsel ên Rihayê ziyaret kirin.
Namzetên HDP'ê li navçeya Pirsûsê jî li ziyaret pêk anîn û piştre bi gel re hatin cem hev.