Namzetê Roman ê HDP’ê bi Îzmîtiyan re civiya

Namzetê Edîrne yê HDP’ê ku bi eslê xwe Roman e Sedat Zimba li bajarê Kocaelîyê çû serdana Romanan.

Namzetê Edîrne yê HDP’ê ku bi eslê xwe Roman e Sedat Zimba li bajarê Kocaelîyê çû serdana Romanan.

Namzetê HDP’ê yê Roman  Sedat Zimba û Namzedê HDP’ê yê Kocaeliyê Odabaş çûn serdana tax û komeleyên Roman ên li bajarê Kocaeliyê. Namzetên HDP’ê pêşî çûn serdana Serokê Komeleya Çand û Perwerdeya Romanan Kocaelî ya girêdayî  Federasyona Komeleyên Romanan a Kocaeliyê Fehmî Acar û hevdîtinek pêk anîn. Acar bibîr xist ku ji ber ku ew Romanan li rastî gelek cudakariyan tên û got: “Em ê li hemberî yên ku nikarin bêjin diz, ên ku dibêjin yek ziman, yek nîjad, yek ziman, em ê HDP’ê biparêzin.”

Namzetê HDP’ê yê Edîrne Sedat Zimba da zanîn ku mafên weke perwerde, tendurîstî, hewandin û gelek mafên din ên sereke hatine sînordarkirin û got: “Di bin navê veguherandina bajêr de, xaniyên me hildiweşînin dixwazin me di avahiyên TOKÎ de heps bikin.”

Namzetên HDP’ê  piştre çûn serdana taxa Kîreç Ocaklari  ya ku piraniya şêniya wê Roman in û bi gel re civiyan. Zimba li vê derê axivî û got: “Dewlet li vê derê ji me re dibêje cengene û ti hêzek neda me. Em ê dengê xwe bidin HDP’ya ku bi qasî nirxê dide mirovên din dide me jî.”

Namzetê HDP’ê yê Sînan Odabaş, diyar kir ku hemû desthilatiyên heta îro gel  perçiqandine û da zanîn ku hemû şoreşger û sosyalîstên Tirkiyeyê li dor HDP’ê kom bûne û da zanîn ku tişta herî zêde hikûmet û dewlet jê ditirse ew e ku gel xwe bi xwe bi rê ve bibe. 

...