Muzeya dîrokî ya bê xwedî maye: Gundê Qiltê

Gundê Qiltê ê li navçeya Mêrdîn Stewrê hatiye terikandin. Xetên mîmarî yên vî gundê ji 3 keşîşxane û 3 dêrî, ji sedsala 4'an û vir ve zindî ne.

Gundê Qiltê ê li navçeya Mêrdîn Stewrê hatiye terikandin. Xetên mîmarî yên vî gundê ji 3 keşîşxane û 3 dêrî, ji sedsala 4'an û vir ve zindî ne.

Gundê Suryaniyan ê 1500 salî yê 10 km dûrî navçeya Mêrdin Stewrê ye, ji qedera xwe re hatiye terikandin. Li gundê Qiltê ku weke navenda perwerdeyê ya gundên Stewrê dihat dîtin, 3 keşîşxaneyên cuda hene. Wateya Qilit a bi zimanê Suryanî 'ya kêm bûye' ye.

Heta Yekemîn Şerê Cîhanê bi qasî 8 hezar mirov li vî gundî dijiyan. Di sala 1940'î de koçberiyê destpê kir. Pêla duyemîn a koçberiyê di sala 1975'an de rû da. Ji wê salê û pê ve, li gund malbatek nema ku koç nekiriye. Artîn Karademîr anî ziman ku li gundê ji 118 malbatî, civata dêrên Ortodoks, Protestan û Katolîk nemaye û diyar kir ku li gund 3 malbatên Suryanî dijîn. Karademîr ragihand ku di sala 2002'an de 15 malbatên Misilman li gund bicih bûne û da zanîn ku Suryanî ji bo vegerê hînê bi hêvî ne û got, "Stewr bi qasî Mêrdînê bajarekî kevin e. Gundên Stewrê jî ji dîrokeke ji hezaran salî re şahidiyê dikin. Beriya bi sedan salî Keşîşxaneya Mor Ada, Keşîşxaneya Mor Dîmet, Keşîşxaneya Mor Abay û Dêra Mor Yûhanna Ortodoks, Dêrên Protestan û Katolîk hatine ava kirin. Ev der navenda perwerdeyê ya gelê Suryanî yê qedîm bûn. Ji bo cih û warên xwe neterikînin 90 salî berdêlên mezin dan. Lê belê di Yekemîn Şerê Cîhanê de pêla mezin a koçberiyê destpê kir. Dûre di sala 1975'an de gelê Suryanî bi awayekî komî berê xwe da Ewropa û Amerîkayê. Niha gundê Qiltê bi tenê ye, deriyê dêrên dengê çanê jê dihat, hatin kilîtkirin. Xwezî civata Suryaniyan careke din li cih û warên xwe vegeriya. Lê belê em dibînin li Rjhilata Navîn her roj komkujî tê serê Suryaniyan. Em pê ne ewle ne ku sibehê, dusib li Tirkiyeyê jî komkujiyek bê serê me. Eger mirovên me li bajarekî nikaribe bi awayekî azad îbadeta xwe bike, bawerî û zimanê xwe vedişêre, li wir jiyan mirî ye."

Azîz Kandemîr jî da xuyakirin ku divê cih û warên civata Suryaniyan bên restorekirin û li tûrîzmê werin vekirin. Kandemîr diyar kir ku nîşaneyên bawerî û hunerî yên herêmê li avahiyên dîrokî neqişîne û got, "Gundê Qilet ye ji bi bi sedan wargehên li herêma Mêrdînê ye. Mal, avahiyên bi hezaran salî, bi estetîka hunermendî hatine avakirin. Hemû nîşaneyên bawerî, çand û hunera gelên li vê erdnîgariyê li van keviran hatine neqişandin. Civata Suryanî bi hunera xwe ya destan re şopên bi hezaran salî li vê erdnîgariyê hiştine. Xwezî xizmên me karîbûna li gundên xwe evgerin. Lê belê êdî kesek bawer nake û venagere. Ji aliyê aboriyê ve ti pirsgirêka me nîne. Suryanî xwedî gund, avahî û erdê berhemdar ên bi qîmet in. Lê em Rojhilata Navîn dibînin, civata Suryanî wê çawa vegere? Eger li vê erdnîgariyê demokrasî û mafên mirovan bên ewlekirin, wê vegerin. Gelê Suryanî gelê kevnare yê herêma Tûrabîn e. Ewropa yan jî Amerîka welatê me nînin."