Mirovên li qadên şînkahiyê dimînin, zû bi zû nexweş nakevin

Li gorî lêkolîneke li DYE'yê hate kirin, mirovên ku malên wan li cihên şînkahiyê ne, zêde bi nexweşiyên ji ber qirêjiya hewayê nakevin.

Di lêkolîna Zanîngeha Loûîsvîlle ya li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) de, bandora çandina daran û şînkahiya li bajaran a li ser rehê mirovan hate lêkolîn.

Mirovên ku nexweşiyên; obezîte, xitimîna reh, diyabet û kolesterola bilind pê re hene, bi dilxwazî tevlî lêkolînê bûn. Di encamê de jî têkiliya navbera qadên şînkahî, kalîteya hewayê û hişkbûna reh hate tespîtkirin. Di lêkolînê de her wiha pêwendiya navbera hatineya kesên beşdarî lêkolînê bûn û 'asta şînkahiyê' ya cihên lê dimînin, hate tespîtkirin.

Dîrektorê Chrîstîna Lee Brown Envîrome Înstîtute û ji profesorên Zanîngeha Loûîsvîlleyê Arûnî Bhatnagar lêkolîn bi rê ve bir û destnîşan kir ku ji bo qirêjiya li atmosferê ji holê bê rakirin, rola daran girîng e.

ZÛ BI ZÛ NEXWEŞ NAKEVIN

Di lêkolînê de hate bibîrxistin ku qirêjiya hewayê bandoreke neyînî li ser xwînê û rehê mirovan dike û hate gotin, "Lêkolîna me nîşan dide ku mirovên li taxên şînkahî lê heye dimînin, zû bi zû bi van nexweşiyan nakevin."

Di lêkolînê de hate gotin, "Li gorî encamê, ji bo pêşî li bandora neyînî ya qirêjiyê ya li ser tenduristiyê bê girtin, divê şînkahî weke amûrekê bê bikaranîn."

Di lêkolînê de asta şînkahiyê ya cihên beşdaran û radeya ozonê hate lêkolîn, bi vî rengî hate tespîtkirin ku asta ozonê û parçeyên biçûk ên li hewayê çiqasî zêde bibe, rehê mirovan jî ewqasî hişk dibin. Li hemberî vê yekê jî mirovên li herêmên dar lê ne dimînin, zû bi zû bi nexweşiyên reh û xwînê nakevin.

Ji beşdarên lêkolînê Danîel Rîggs dar û giha, bandora neyînî ya qirêjiya hewayê ya li ser herikîna xwînê kêm dike.