Mîhrîcana zarokan a 'Xeyalên me qirêj nekin”
Navenda Hatinagelhev a Jinan UTAMARA, li Parka Linz-Donau, 30’ê Gulanê mîhrîcana têkildarî zarokan a “Xeyalên me qirêj nekin” li dar dixe.

Navenda Hatinagelhev a Jinan UTAMARA li bajarê Lînz ê herêma Rheinland-Pfalz a Elmanyayê, ji bo duyemîn mîhrîcana zarokan ev demeke dirêj e xebatân dimeşîne.
LÎSTÎK, PÊŞBIRK, HUNER
Komîteya Amadekar, ji bo mîhracana 30’ê Gulana 2015’an ya li parka Linz-Donau cara sêyemîn e kom dibe. Komîteya Amadekar diyar kir yekane armanca wan ev e ku zarokên xwedî çandên cuda bên gel û hevdu nas bikin.
Komên cuda wê bi rengên xwe tevlî mîhrîcanê bibin. Têkildarî zarokan wê lîstîk û pêşbirk bên organîzekirin. Di mîhrîcanê de wê folklora zarokan, komên koro, dans, bale jî cih bigirin.
Komîteya Amadekar a Mîhrîcanê ya UTAMARA got, "Armanca me ev e ku, ji bo rojekê be jî beyî rastî ti cudatiyan werin, ji çi etnîsîte, civak, ol, reng û cins bin jî bila bin, di atmosfereke azad de, xeyalên zarokatiyê yên nehatine qirêjkirin di xwezaya xwe bijîn.”
Di çarçoveya mîhrîcana "Xeyalên me qirêj nekin” de ji bo tevlîbûnê bang li zarok û malbatan hat kirin.