Mihrîcana Mirovê ji Gazê pêkhat
Mihrîcana Mirovê ji Gazê pêkhat
Mihrîcana Mirovê ji Gazê pêkhat
Ji bo bertekê nîşanî çapemeniya ku berxwedana Parka Gezî ji nedîtî ve hat “1’emîn Mihrîcana Mirovê Ji Gazê” pêkhat.
“1’emîn Mihrîcana Mirovê Ji Gazê” ku bi armanca protestokirina çapemeniya berxwedana Parka Gezî ji nedîtî ve hat, li Kadikoyê pêkhat. Li qada Mihrîcanê pankartên “Herder Taksîm herder berxwedan”, “Me bîber kir hingiv, me qad teng kirin” û dowîzên “Hikumet îstîfa”, “Bila dawî li terora polîsan were”, “Bila kesên hatin binçavkirin bêne berdan” vekirin. Di mihrîcanê de bênavber sloganên “Ev hêjan destpêke dê tekoşîn bidome”, “li dijî faşîzmê mil bi mil” û “Herder Taksîm her der berxwedan” qîriyan. Ên tevlî şahiyê bûn bi TOMA’yên ji maketê av avêtin û bi efektên gaza îsotê zindî kirin. Mihrîcana ku bi sirûda Gundogdu destpê kir bi tevlîbûna Ataol Behramoglû, Guvenç Dagustun, Nazim Kumpanya, Renan Bîlek, Bulutsuzluk Ozlemî, Ferîdun Duzagaç, Hakan Vreskala, Cem Adrian, Sattas, Koroya Çapucuyan û Civata Mîr Sanat, her wiha gelek hunermend tevlîbûn û komên muzîkê derketin ser dikê.