Mihrîcana Feqiyê Teyran bi dawî bû

Mihrîcana Feqiyê Teyran bi dawî bû

3'emîn Mihrîcana Çand û Hunerê ya Feqîye Teyran ku bi tevlebûna hezaran kesan pêk hat bi dîmenên rengîn bi dawî bû. Di mihrîcanê de Parlamenterê BDP'e yê Mûşê Demîr Çelîk, anî ziman ku gerîllayên li çiyayên Kurdistanê peyvira xwe bi cih anîn û vedikişin û niha gelê Miksê dê şûna wan tije bike. 

3'emîn Mihrîcana Çand û Hunerê ya Feqîye Teyran ku bi tevlebûna hezaran kesan ji aliyê Rêxistina BDP'ê ya Miksê ve pêk hat û 2 rojan berdewam kir, bi dîmenên rengîn bi dawî bû. Di şahiyê de gelek bernameyên cuda hatin pêşandan û dîmenên rengîn derketin holê. Di mihrîcana ku li Navçeya Miksê ya Wanê pêk hat de Parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk, Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, Parêzerê Rêberê Afrika Başûr Nelson Mandela prz. Essa Moosa, dayikên ji Roboskiyê, Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, GOÇ-DER, MEYA-DER, BDP, HDP, MAZLUM-DER, Komeleya Meleyan a Mirsê, Şaredarên BDP'î yên Wanê jî di navde be hezaran kes amade bûn. Dîsa hunermendên NÇM'ê, Koma Denge Meyman, Koma Arbanê abone bûn. Girsê di mihrîcanê de bê navber siloganên "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo" û "PKK gel e, gel li vir e" berz kirin. Li qada mihrîcanê pankarta mazin a "3'yêmin Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Feqîyê Teyran a Miksê, silav li pêngava pêşvebirina jiyana azad û rizgariya demokratik dike" vekirin. Li qada mihrîcanê rengên kesk, sor û zer hatin vedan. Dîsa alên BDP, KCK, PKK'ê, û Posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Bi hezaren kesên ku bi cilên xwe yên neteweyî tev mi mihrîcanê bûn li qadê dîmenên rengîn ava kirin. 

Di çarçoveya mihrîcanê de wêneyên komkujiya Roboskî ku ji aliyê balafirên şer ên tirk de pêk hatibûn hat pêşandan. Di pêşengehê de wêneyên komkujiyê yên 34 kesan ku li ser wan alim, nivîskar, rewşenbir, hunermend û şaîran gotin li ser nivîsandibûn hatin pêşandan. Mêvanên ku tev li mihrîcanê bû, ji aliyê BDP'ê ve bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin. BDP'ê xwarin îkramî mêvanan kir û xêr hatin dan wan. Di mihrîcanê de dîsa siloganên "Ocalan" û "Em kîne, Apocîne" hatin berzkirin. Mihrîcanê bi siruda "Çerxa Şoreşe" û rêzgirtinê dest pê kir û bi siloganên "Zext me têk nabin" "Şehit namirin" berdewam kir. 

Li ser navê malatmên Roboskiyê Faruk Encu axivî û wiha got: "Wekî Roboskiyê li Miksê jî di sala 1993'an de 29 welatiyên sivîl hatin qetilkirin. Komkujyên li Roboskî Zozonê Sundusê pêk hat, feraseta mejiyekî ye. Di 28'ê Kanûna 2011'an de 34 mirov hatin perçekirin. Di 1993'an de jî li Zozanê Sundusê 29 welatiyên ku ji jin û zarokan pêk dihatin hatin qetilkirin. Em wekî malbatên Roboskiyê dê têkoşîna xwe berdewam bikin. 

Di mihrîcanê de Parlamenterê BDP'e yê Mûşê Demîr Çelîk, anî ziman ku gerîllayên li çiyayên Kurdistanê peyvira xwe bi cih anîn û vedikişin û niha gelê Miksê dê şûna wan tije bike. Çelik, anî ziman ku gelê Miksê her tim serî li hemberî pergala axa û began hildaye û ji pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin re amade ne. 

Girsê di axaftinan de bê navber siloganên "Bijî Serok Apo" berz kirin û polîtîkayên AKP'ê şermezar kirin. 

Mihrîcan pitî axaftinan bi tûrnûvaya 25 tîmên sporê berdewam kir. Kesên hetin rêza serekftinê xelatên xwe wergirtin. Piştre kesên tev li mihrîcanê bûbûn gora Feqiyê Teyran ziyaret kirin. Mihrîçcan bi muzîkê bi dawî bû.