Mîhrîcana Dortmundê bi silava Ocalan hejiya!

Mîhrîcana Dortmundê bi silava Ocalan hejiya!

Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş di 21’mîn Mîhrîcana Çanda Kurdan a Netewî de axivî û silavên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji gel re ragihandin. Demîrtaş bang li welatên Ewropayê kir û got: “Ger hûn piştgiriyê nedin pêvajoyê, nebin kelem.”

21’mîn Mîhrîcana Çanda Kurdan a Navnetewî ya li bajarê Dortmund ya Almanyayê pêkhat, bi programekî dewlemend û peyamên siyasî bidawî bû. Mîhrîcana ku diyarî sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin û kesên li Rojava jiyana xwe ji dest dayîn hate kirin, qasî 100 hezar kes tevlîbûn. Girse bi silava Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qad hejand.

Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş da diyarkirin ku, ji Ocalan silav anîne û wiha axivî: “Di hevdîtina me ya dawî de dizanî em dê bên vir, ji ber wê bitaybet xwest ez silavên wî ji we re ragihînim. Her saniyeyek ya Serok Apo ya li Îmralî bitekoşîna jiyana azad ve derbaz dibe. Wî bixwe jî dixwest gelê me ê li Ewropayê rêxistina xwe xurt bike. Bedena Rêber Apo li girtîgeha Îmraliye lê fikra wî li Dortmund, çar aliyên Kurdistanê ye.”

‘BILA EWROPA JI PÊVAJOYÊ RE NEBE ASTENG’

Demîrtaş balkişande ser pêvajoya aştî û çareseriyê û got: “Îro azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd e. ji ber ku îro daxwazên azadiyê ên gelê Kurd bi Rêber Apo ve hatine kilît kirin. Eger muzakere bi awayek tendurist û zelal birêve biçin, dibe ku di mehên pêşiya me de pêşketinên ku tu kes texmîn nake çêbibin.”

Demîrtaş xwest Almanya û Fransa jî piştgiriyê bidin vê pêvajoyê û wiha axivî: “Heya niha van herdu welatan jî piştgirî neda vê pêvajoyê. Eger Almanya û Fransa piştgiriyê nedin pêvajoyê bila nebin kelem jî. Pêwîste komkujiya Parîsê bê ronîkirin û kujer bêne cezakirin. Di serî de Fransa û Almanya welatên Ewropa bila birêyên cûda mudaxeleyî tekoşîna gelê Kurd nekin.”

Demîrtaş destnîşankir ku, girtina televîzyonên Kurdan û berdewamkirina operasyonên siyasî, bivekirî tê wateya mudaxeleya li ser pêvajoya aştî û çareseriyê. Demîrtaş bang li welatên Ewropa kir:

“Bila Eworpa polîtîkaya xwe ya li ser Kurdan di lêpirsînekê re derbaz bike. Di hilbijartinên sibe ên li Almanyayê pêwîste gelê me biçe ser sindoqan û piştgiriyê bide berendamên xwe. Hêvî dikim ku, hevalên têne hilbijartin vê polîtîkaya hikumeta Merkelê teşhîr bikin. Ji xwe muxatabê pirsgirêka Kurd hikumeta AKP’ê ye, lê belê ez bang li Almanya, Fransa, Îngilîstan û gelên din ên Ewropa dikim; Li ser gelê Kurd berpirsyartiya we mezine, dem hatiye ku hûn deynê xwe bidin gelê Kurd.”

Demîrtaş balkişande ser ku, li aliyekê çeteyên ku li Rojava komkujiyan pêktînin hene û li aliyekê din jî berxwedana gel heye. Demîrtaş wiha axivî: “We tekoşîna birûmet ya Kurdan meşand, destkeftiyên me we avakirin. Binêrin; beriya 20 salan heta navê Kurdan jî tune bû. Tam 80 salan ev li ser me ferzkirin. Gelekî ku ditirsiya bêje ez Kurd im, ji Kurdîtiya xwe şerim dikir, îro di siyaseta Rojhilata Navîn de faktorekî diyarkere. Vê yeketiya xwe xirab nekin, di pêvajoyên pêş me de em jî dê weke Rojava bigehin azadiya xwe.”

Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş anî ziman ku, AKP dixwaze hinek mafên biçûk bide kurdan û got: “Em alîgirê çareseriyekî birûmet û hemû gel biawayek azad baweriya xwe bijî ne.Em AKP’ê dizanin, raste em dê şaş bibin, ew bixwe jî li paketa xwe dinêrin dinêrin şaş dibin. Em feraseta vana dizanin. Kî li dijî zimanê dayîkê ê Kurdan rawestiya be, ger bi devê xwe çûkan jî bigire êdî şansê wî tuneye. Yê bizimanê dayîka xwe 20-25 salî perwerde dîtî, girîngiya wê nizane. Bûye wezîr lê vale ye. Ji Serokwezîr re dibêjim; li welatê te 20 milyon Kurd jiyan dikin, tu hêjan fêrî peyvek Kurdî nebûyî.”

Piştî Demîrtaş Seroka ESP’ê Fîgen Ustundag axivî. Ustundag balkişande ser berxwedana Rojava û got: “Dem hatiye me tekoşîna xwe ya hevpar bilind bikin.” Mîhrîcana bi strana hunermend Serhedo ya li ser berxwedana Rojava çêkirî bidawî bû.