Mîhrîcana Dêrsimê destpê kir

Heftemîn Mîhrîcana Çandê ya Dêrsimê, li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê bi tevlîbûna sedan kesan didome. Di Mîhrîcanê de silav ji mîtîngên HDP’ê yên li Stenbol û Enqereyê re hatin şandin.

Heftemîn Mîhrîcana Çandê ya Dêrsimê, li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê bi tevlîbûna sedan kesan didome. Di Mîhrîcanê de silav ji mîtîngên HDP’ê yên li Stenbol û Enqereyê re hatin şandin.

Heftemîn Mîhrîcana Dêrsimê ya di pêşengiya saziyên cuda de her sal pêk tê, ji aliyê Federasyona Elewiyan a Demokratîk, Federasyona Yekîtiyên Dêrsim a Demokratîk a Ewropayê, Komeleya Kurmeş, Komeleya Dijberên Qirkirinê ya Dêrsim, Cemiyeta ji Nû ve Avakirina Dêrsimê û Însiyatîfa Sekesûr tê lidarxistin. Ji welatên cuda yên Ewropayê bi sedan kes tevlî mîhrîcanê bûn. Di standên hatin vekirin xwarinên Dêrsimê, şêrînayî û motîfên çandî hatin nîşandan.