Mîhrîcana Cizîrê bi meşekê destpê kir
Mîhrîcana Cizîrê bi meşekê destpê kir
Mîhrîcana Cizîrê bi meşekê destpê kir
7. Mîhrîcana Rojên Çand û Hûnerê ya Cizîrê ya bi minasebeta Cejna Zimanê Kurdî bi meşek girseyî destpê kir.
7. Mîhrîcana Rojên Çand û Hûnerê ya Cizîrê ya bi minasebeta Cejna Zimanê Kurdî ji aliyê Şaredariya Cizîrê ve pêk tê bi meşekê destpê kir. Bi sedan kes li ber avahiya Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Cizîrê hatin cem hev û bi erbaneyan dest bi meşê kirin.
Di meşê de pankartên "15 Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li gele Kurd piroz be", "Zimanê me rumeta me ye" û " Şerê siyasi, şerê welatparezî ye, xwedî derketina ax û dirokê ye" hatin vekirin. Meş li ber Parqa Cizîrê bi dawî bû. Hevserokê Rêxisitna BDP'ê yê Cizîrê Mehmet Ata Bîlen, Şaredarê Cizîrê Mustafa Goren, rêveberên BDP'ê, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û bi sedan welatî tevlî meşê bûn.
Welatî bi kincên xwe yên gelerî tevlî meşê bûn û piştî meşê li konê çand û hûnerê pêşengeha wêneyan a Rojnameger Ferhat Aslan a bi navê "Qizilbaş" û pêşengeha wêneyan a Navenda Çand û Hûnerê ya Dîcle Firatê hate pêşandina. Piştî rêzgirtinê Şaredarê Cizîrê Mustafa Goren axaftina vekirina mîhrîcanê kir û bertek nîşanî polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser çand û zimanê kurd dan û wiha got: "Gelek bi ziman, çand û nasnameya xwe heye. Gelê kurd bi salane têkoşîna vê yekê didin. Gelê Cizîrê jî di vê têkoşînê de cihê xwe yê pêşengê girt. Niha pêşiya jiyana bi hev re di nava aştiyê de hatiye vekirin û ev yek bi têkoşîna şehîdên me, Birêz Abdullah Ocalan û hevalên me yên di girtîgehan de pêk hat."
Piştî axaftina bi dewol û zirnayê pêşandana folklorê pêk hat. Mîhrîcan bi panêl û şanoyê dewam dike.