Mîhrîcana Cizîrê bi dawî bû
Mîhrîcana Cizîrê bi dawî bû
Mîhrîcana Cizîrê bi dawî bû
7. Mîhrîcana Rojên Çand û Hûnerê ya Cizîrê di nava coşeke mezin de bi konsereke bêhempa bi dawî bû.
7. Mîhrîcana Rojên Çand û Hûnerê ya Cizîrê ya ji aliyê Şaredariya Cizîrê ve di çarçoveya Cejna Zimanê Kurdî ve hate organîzekirin şevê din bi konserekî bêhempa bi dawî bû. Konsera girtina mîhrîcanê ji kesên di meha gulanê de jiyana xwe ji dest dan hate yadkirin. Konser li Qada Çarkendal a li taxa Surê pêk hat bi hezaran welatiyan bi kincên xwe yên gelerî qada konserê dagirtin. Piştî rêzgirtinê konserê dest pê kir. Li ser dikê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji pêşengên PKK'ê Mahsun Korkmaz (Egît), PKK'iyên di meha gulanê de jiyana xwe ji dest dan û alên PKK'ê û KCK'ê hatin daliqandin. Piştî konserê dest pê kir sloganên "Bijî Serok Apo", "PKK gele gel li vir e" û "Şehîd namirin" li Qada Çarkendal bilind bûn. Bi tîrêjin lazerê li Girê Çarkendalê nivîsên "Bijî Serok Apo", "PKK gele gel li vir e" û "YDG-H'ê" hatin nivîsandin.
Şaredarê Cizîrê Mustafa Goren axaftina girtina mîhrîcanê kir û diyar kir ku divê gelê kurd xwedî li ziman, çand û nasnameya xwe derbikeve. Goren, anî ziman ku ew Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku hmaleya "Rizgariya demokratîk" da destpêkirin bi hûrmet bejna xwe li ber wî ditewînin û wiha got: "Gelê ku gav bi gav ber bi azadiyê ve diçe. Em soza girêdana xwe didin şehîd, serok û gelê xwe yên ev roj bi me dan jiyîn."
CIWAN BI MEŞALEYAN ÇÛN QADA KONSERÊ
Piştî axaftinan Koma Nêrgizên Botan a ku di bin banê Navenda Çand û Hûnerê ya Mem û Zînê xebatên xwe dike, Koma Laleş a ku di bin banê Navenda Çandê ya Laleş a Silopiyê xebatên xwe dikin derketin ser dikê û stranên xwe gotin. Piştî koman hûnermend Denîz Deman û Bilind Îbrahîm derketin ser dikê. Di vê demê de bi sedan ciwanan bi meşaleyan ji Girtê Çarkendalê fîşekên hewayî teqandin û bi sloganên "Bijî Serok Apo" û "Ciwan fidayên Apo ne" û meşaleyan, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK'ê ber bi qada konserê ve meş li dar xistin. Piştî meşê ciwan derketin ser dikê û bi girseyê re sruda "Çerxa Şoreşê" xwendin.
Piştî stranên Bilind Îbrahîm peyamên parlementerên BDP'ê yên Şirnexê yên girtî Faysal Sariyildiz û Selma Irmak jî di nav de gelek peyamên siyasetmedarên kurd hatin xwendin. Pişt re hunermend Serhado derket ser dikê û girse bi coş xist. Piştî konsera heta derengî şevê berdewam kir mîhrîcan bi dawî bû.