Mîhrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî dê ‘Qêrîna Êzidiyan’ bide bihistin

Mîhrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî dê ‘Qêrîna Êzidiyan’ bide bihistin

22’emîn Mîhrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî ku li bajarê Dusseldorf a Elmanyayê pêk tê, kesên ku ji komkujiyên Rojava û Şengalê de jiyana xwe ji dest dane tên bibîranîn. Di mîhrîcanê de komkujiyên dîrokî li ser Êzidiyan pêk hatine dê bên nîqaşkirin.

22’emîn Mîhrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî ku şahiya herî mezin a Kurdên Ewropayê ye, di 13’ê Îlonê de li bajarê Dusseldorf a Elmanyayê pêk tê.

Mîhrîcana ku ji sala 1992’yan ve pêk tê her sal di meha Îlonê de li bajarên cuda yên Elmanyayê pêk tê.

Mîhrîcana bi dirûşmaya ‘Ji Ocalan re azadî, Ji Kurdistanê re statû’ û ‘Şoreşa Rojava rûmeta Kurdên azad e!’ pêk tê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanya- NAV-DEM) tê organîzekirin.

Mîhrîcan diyarî kesên di êrîşên DAIŞ’ê de jiyana xwe dest dane tê kirin. Mîhrîcana ku berê wek şahiyê pêk dihat îsal naveroka wê û formata wê bi giştî guherî. Bernameyên coş û kêfxweşiyê hat betalkirin.

Di mîhrîcanê de bi armanca çanda Êzidiyan bê avakirin dê konek bê avakirin. Di kon de wêneyên komkujiya Şengalê û her wiha panelek dê pêk bê. Ev ji aliyê Federasyona Komeleyên Êzidî ve tê organîzekirin.

ARMANCA ME VÊ QÊRÎNÊ BIDIN BIHÎSTIN

Hevserokê Federasyona Komeleyên Êzidiyan Alî Atalan diyar kir armanc wan ev e ku di vê mîhrîcanê de komkujiya li ser Êzidiyan pêk hatiye nîqaş bikin.

Atalan got di çarçoveya mîhrîcanê de dê panelekê û pêşangeha wêneyan pêk bînin û got niha gelê Êzidî bi qirkirinê re rû bi rû ye û got: “Dramek mezin mijara gotinê ye. Bi sedhezaran kes hê di rêyan de ne. Kal, pir, jin, zarok travmayê dijîn. Em dixwazin dengê wan bidin bihistin.”