Metirsî li ser nîvê cûreyên dara palmiyeyê heye

Li gorî lêkolînekê metirsiya tunebûnê li ser zêdeyî hezar cûreyên dara palmiyeyê heye.

Zanyaran ji bo rîskên li ser gihayên bi darên dirêj rapelidikin heta bi darên palmiyeyê, hişê çêkirî bi kar anîn.

Daneyên hatin bidestxistin bi rengekî şênber nîşan dan ku metirsî li ser kîjan cûreyên dara palmiyeyê heye.

Palmiye ji malbateke nebatan a mezin e ku ji bo bi milyonan mirovî dibe xwarin, vexwarin û stargeh.

Ji Bexçeyên Botanîk ên Kew Qraliyetê ya Londonê Dr. Sîdonîe Bellot got, "Ji bo parastina cihêrengiya Biyo divê çi ji destê me bê em bikin. Niha metirsî li ser zêdeyî hezar cûreyên dara palmiyeyê heye."

Darên palmiyeyê li gel berhemên xwe yên gwîza hindistanê, rûnê xurmeyê û xurme, her wiha ji bo çêkirina mobîlya, rûn û ben jî têne bikaranîn.

Zanyar dibêjin, nebatên çolî ji bo gelên xxwecihî gelekî girîng in. Lê belê beriya ku potansiyela xwe bê naskirin jî dibe ku ji holê bêne rakirin.

Li gorî daneyan, metirsiya tunebûnê li ser zêdeyî hezar cûreyî -zêdeyî ji sedî 50 ê palmiyeyan e- li ser dara palmiyeyê heye.

Lîderê heman lêkolînê Dr. Steven Bachman jî got, "Li gorî vê texmînê divê karên parastinê bibin karê sereke."

Tîman lêkolînê welatên Madagaskar, Gîne ya Nû, Fîlîpîn, Hawaîî, Borneo, Jamaîka, Vîetnam, Vanûatû, Kaledonya Nû û Sûlawesî weke herêmên destpêkê ku divê palmiye lê bêne parastin, diyar kir.

Palmiye bi sedan cûreyên xwe yên beyanî yek ji nebatên herî girîng e ku ji aliyê aborî ve piştgiriya bi milyonan mirovî dike.

Li herêmên tropîk jî ji bo bi sedan civakan hem ji bo çêkirina mal û amûran têne bikaranîn hem jî dibin xwarin û derman.