BI DÎMEN

Meşa ber bi Tişrînê ve destpê kir

Girseya gel a ku ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rê ket, piştî êrîşa SÎHA ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ket.

Girseya gel serê sibehê ji gelek deveran bi konvoyê ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ket.

Dewleta Tirk êrîş bir ser konvoya gel a ji herêmên cuda ber bi Tirşînê bi rê ket. Tê gotin, ji ber êrîşê şehîd û birîndar hene.

Piştî êrîşa bi SÎHA'yê gel ber bi bendavê ve dest bi meşê kir. Agahiyên berfireh bi dest neketin.

Bendava Tişrînê ku ji bo herêmê xwedî girîngiyeke jiyanî ye, zêdeyî meheke ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tê bombekirin.

Bombardûman serê sibehê giran bû. Tê gotin, li herêmê şer diqewime. QSD'ê hişyarî da ku ji ber bombardûmanê bendav di her kêliyê de dikare biteqe.