Mehsûlê cotkarên Çûkûrovayê li erdê ma
Ji ber polîtîkaya çandiniyê ya AKP'ê, li Mersînê mehsûl li erdê ma.
Ji ber polîtîkaya çandiniyê ya AKP'ê, li Mersînê mehsûl li erdê ma.
Ji ber polîtîkaya derve ya hikûmeta AKP'ê ya ji welatên Rojhilata Navîn 'xeyîdiye' îxracat nabe û li bazara navxweyî jî buhayê berheman kêm e. Hilberînerên sera yên zerarê dibînin, li dijî vê rewşê derdikevin.
Cotkarên li Çûkûrovayê ku dilê sektora çandiniyê ye, mehsûlê xwe li erdê dihêlin.
Hilberînerên serayê, ku ji ber buhayê zêde yê derman, zibil û mazotê û bêparmayîna ji bazara derve, li ber têkçûnê ne. Hilberîne li dijî hikûmeta AKP'ê îsyan dikin. Cotkaran dan xuyakirin ku hikûmet ev 13 sal in sozên dane wan bicih nîne û diyar kirin ku ji ber krediyan jî banka îpotek danîne ser zeviyên wan.
Hilberînerê serayê Hemet Bikmaz ê li navçeya Kazanliyê îsal îsot çandiye, anî ziman ku ji ber polîtîkayên derve yên hikûmeta AKP'ê ew nikarin derkevin bazara derve û hatine wê radeyê ku nikarin yewmiya karkeran bide.
Bikmaz got, "Zerara pevçûnên îdeolojîk ên hikûmeta AKP'ê li hemberî welatên Rojhilata Navîn dimeşîne, li me dibe. Em niha nikarin zebze bifiroşin ti welatî. Em hilberînerên serayê ji xwe li hemberî xwezayê li ber xwe didin. Hikûmetê ti ji dozên daye me bicih neanî. Em nikarin yewmiya karker, kedkarên li cem me dixebite dibin. Krediyên me yên bankayê û deynên me yên ji ber dermên, roj bi roj zêde dibin. Ji vî alî ve em mexdûr in. Ji ber ku îsota em diçînin herî zêde bi 50 qurişî tê firotin. Komîsyonkarên navbera jê feydê dikin, hikûmet jî çavên xwe li vê rantê digire. Yê kedê dide em in, yê herî kêm qezenç dike jî em in. Li Çûkûrovayê ti cotkar nîne ku deynê bankayê lê nîne. Her wiha hecz danîne ser zeviyên me."
Hilberînerekî din ê serayê Hasan Gedîk da xuyakirin ku li Çûkûrovayê hemû cotkar li ber îflasê ne û diyar kir ku hêviya wan a ji hikûmetê roj bi roj kêm dibe. Gedîk destnîşan kir ku eger ev polîtîkaya çandiniyê neyê guhertin wê aboriya Tirkiyeyê zerareke mezin bibîne û got, "Eger AKP polîtîkaya xwe ya çandiniyê bi vî rengî dewam bike, wê cotkar ji binî ve îflas bikin. Ji sedî 25 ê hatineya Tirkiyeyê ji çandiniyê ye, lê belê AKP'ê çavên xwe li kirîna ji derve girtiye. Li cihekî weke Çûkûrovayê êdî bi keştiyan ka tê kirîn. Rewşeke ji vê xezîntir heye? Gelek kesan ji ber deynan dawî li jiyana xwe anîn. Tiştek ji mehsûlê me nehat. Ev 10 sal in rewş bi vî rengî ye û her sal bi deyn em dest bi salê."