Medya Kurd - FARUK SAKIK - DOSYA
Piştî têkçûna Serhildana Bedîrxaniyan a sala 1847an, Dewleta Osmaniyan malbata Bedîrxaniyan sirgûnî Qahîreya paytexta Misirê kiribû.
Piştî têkçûna Serhildana Bedîrxaniyan a sala 1847an, Dewleta Osmaniyan malbata Bedîrxaniyan sirgûnî Qahîreya paytexta Misirê kiribû.
Piştî têkçûna Serhildana Bedîrxaniyan a sala 1847'an, Dewleta Osmaniyan malbata Bedîrxaniyan sirgûnî Qahîreya paytexta Misirê kiribû.
Di wê demê de, pêdiviyeke mezin a gelê Kurd bi danûstendin, nûçe, ragihandin û bi çand û hunera xwe, bi zimanê xwe hebû. Rewşenbîr ê gelê kurd Mîqdad Mîdhad Bedirxan ev valahî dît û ev valahî bi weşandina rojnameya Kurdistanê dagirt.
Rojnameya Kurdistan di 22’yê Nîsana sala1898'a de, ji aliyê Mîqdad Mîthad Bedîrxan û Celaded Elî bedîrxan li Qehireyê, li paytexta Misirê dest bi weşana kir. Û cara yekem Rojnamegeriya kurdî bi weşandina “Rojanameya Kurdistan”, destpêkir.
Rojnama Kurdîstan li Misrê di çapxana Metbaa Cerîde za Kurdîstan de dihat weşandin.
Di dema yekem a rojnamê de nivîsên pêşîn bi giranî ji alî Mîkdad Mîthad ve hatîye nivîsandin.
Piştî zexta Osmaniyan li ser Misirê, rojnameya Kurdistan ji neçarî gelek cih guherandin.
Osmaniyan zext didan van dewletan ku ev rojname neyê çapkirin..
Rojname bi awayek veşartî li stenbolê dihat xwendin. Rojname wek delîlek sûc dihat dîtin. Carna jî dibû sedemê girtin û ceza..
***
Mîkdad Mîthad Piştî ku li Îstenbolê cara dûyem meşrûtîyet tê îlankirin di sala 1908an de vegeriya Îstenbolê û li vêderê rojnama Kurdistanê derxist.
Dewleta Osmaniyan dest bi zextan kir ku ev rojname neyê weşandin.
Di 13'ê Nîsana da rojnameya "Kurdistan" ji aliyê Osmaniyan ve hate girtin.
Kurdan piştî Rojnameya Kurdistan, dem bi dem rojname û kovar derxistin, lê ji aliyê dagirkerên Kurdistanê ve di demek kûrt de dihatin girtin..
***
Di dawiya salên 80ê de Kurdan jî dest bi weşana çapameniya azad kirbûn. Çapemeniya azad di 15’ê Hezîran 1988’an de bi “Toplumsal Diriliş” destpêkir.
Toplumsal Diriliş, di demeke kûrt de hat girtin. Di 22’ê Nîsana 1990’an de “Halk Gerçeği” ku tenê 9 hejmar hate we¬şandin derket. Piştre Yeni Halk Gerçeği jî tenê 3 hej¬mar derket û ji hêla rêvebiriya rojnamê ve hate girtin.
Di 20’ê cotmeh 1990’i Yeni Ulke dest bi weşanê kir û di roja destpêkê de buroya wê ya Amed’ê ji hêla Rêxistina Îslamî Cihat ve hate bombe kirin.
***
Di sala 1992an de kurdan ji bo rojnameyek rojane dest bixebatan kiribûn.
Do 30ê Gulana sala 1992an de rojnameya Ozgur Gundem rojane dest bi weşanê kir. Ji 580 hejmarê rojnameyê der barê 486’an de doz hate vekirin û 147 sal ceza li editor û rojnamevanê wê hate birîn..
Ji ber erîşan û sedemên malî rojname hatibû girtin. Salek şûnde di 26ê Nîsana sala 1993an de dema rojnamê ji nûde dest bi weşanê kir.
Rojname li ser esasên rastiya şerê ku li Kurdistan diqewime weşan dikir. Dewleta tirk jî ji bo ku rastiyan ji rayagiştî veşêre erişî vê rojnamê dikir. Rojname dihat qedexekirin û komkirin. Dem derbasbû dîtin ku nikarin pêşî li vê pêlê bigirin dest bi erişên fizikî kirin. Rojnamevan dihatin qetilkirin. Hin kes dihatin girtin û bi cezayên mezin dihtin cezakirin.
Di 10ê Kanûna sala 1993an de di roja mafên mirovan de polîsan avêtin ser avhiya rojnamê û gelek kes hatin binçavkirin.
Erişên ser rojnamê û rojnamevana bê sekin dewam dikir. Di 14ê Nîsana 1994an de li ser biryara dadgehê Ozgur Gundem dawî li weşana xwe anî.
Piştre Ozgur Ulke di 28 Nîsana 1994'an de dest bi weşanê kir. 3 buroyê vê rojnamê jî di 4’ê Kanûn 1994’an de di heman demê de hatin bombekirin. Di êrîşa bombeyî ya navenda rojnamê de Ersin Yildiz jiyana xwe ji dest da û 21 xebatkar jî birîndar bûn. Piştre bi belgeyan derkete holê ku emrê bombeyan Se-rokwezîra demê Tansu Çiller daye.
***
Ev bajarokê biçûk ku wek Denderleuw tê zanîn û tê wateya ‚çemê şêran‘, di nav sînga parzemîna Awrûpa d e veşartî, bê ku haya wê jê hebe, di dîroka Kurdan de, di dîroka weşangeriya Kurdan de roleke girîng dilîze
Denderleuw ji sala 1996’an virve ji televîzyonên kurdî re mazûvanî dike. Yekem telewîzyona kurdî Med-TV jî di heman avahiya vî bajarî de dest bi weşanê kiribû
Med-Tv yekem weşana dîtbarî bû ku zimanê kurdî jê bilind dibû û welatê kurdan dihat ber çavên cîhanê
Yekem telewîzyona kurdî û ya kurdan navê xwe ji yekem şaristaniya kurdan ji Medan stendibû. Med-TV 2500 sal piştî xerabûna şaristaniya Med’an dest bi weşana xwe kiribû. Di vê pêvajoya dîrokî de ji bo Kurdan pirr tişt neguherîbû. Kurdistan her di bin dagirê de û Kurd her nav têkoşîna netewî de bûn. Zimanê wan qedexebû, nawê welatê wan tunebû, serek û pêşengên wan an li zindanan, an li çiyayan an jî li sirgûnan bûn. Yekem weşana kurdan jî bi vî awayî li sirgûnê, li dûrî li vî bajarê biçûk yê Belçîka’yê destpêkiribû
Med-TV wek rihekî biefsûn li ser xaka Mezopotamya gerîya û çand û folklor û ziman û adet û tore û muzîk û stran û çîrok û xeyalên însanên van zewiyên xemgîn careke din vejand
Li ekranên Med TV’yê bi gelek ziman û gelek zaravayên ku li dijî zixta dewletên dagirker didan weşan dihat kirin. Zimanê Kurdî tevî çar zaravayên xwe her şev ji camên telewîzyonan ber bi hesret û xeyalên Kurdan ê hezaran sal herikî
Med-Tv ji bilî van zimanên qedexekiri, her roj di demên cûrbecûr bi Tirkî, Erebî û İngilîzi jî weşanan kir. Kilamên Ermenî, Farsî û gelek zimanên din jî carcaran ji şaşeyên vê telewîzyonê xwe dane sahkirin
Med TV ji ber ku bi taybetî ji bo dû gelên bê dewlet, ji bo Kurd û Asûriyan weşan dikir, wek dibistanekî bû. Ev telewîzyon ji bo herdû gelan jî di vî warî de yekta derfeta bû. Kurd û Asûriyan yekem car bi saya vê telewîzyonê bi dewlemendi û kûrahiyên nirxên xwe yên netewî hisiyan.
Bi taybetî di nav Kurdan de hêsta netewebûnê piştî weşanên Med TV bi awayekî liberçav pêşket. Kurd bi hevûdû hisîyan, welatê xwe naskirin, bi dîroka xwe derxistin, bi hêza xwe hisîyan
Med TV di pêvajoya însanbûna Kurdên bindest de rolekî girîng leyist. Ziman û çanda wana qedexekirî û veşartî li wan vegerand. Ji hişyarbûna wan a sedan salan re alîkarî kir
Dîsa ev televizyon wê demê li gelek deverên cihanê di medya de cîh girtibû.Di bernameyên xwede ev televizyon didan nasandin.Yek ji wan televizyona Japonya bû
***
Ji ber vê rola dîrokî Med TV bela û bala dijminên mirovahiyê jî kişand. Ew mişkên tariyê ji bo reşkirina ekranên rengên Mezopotamya cara yekem di sala 1995’an de ketibûn tevgerê
Dema ku serokê PKK’ê Ocalan bi rêya ekranên Med TV’yê peyamên aştî û agirbestê dida, rejima Tirk bi sînyalên dijber ekranên Med TV’yê reşkir.
Erişên ji bo reşkirina ekranên Med TV’yê piştî cotmeha sala 1998’an bê navber hatin domandin. Rêvebirên rejima Tirk, ji ser satalîta Turksatê ji İstenbolê sînyal li dijî satalîta Med TV verêdikirin û bi vî awayî korsanîya fezayê dikirin
Ev jî bes nedikir di qada navneteweyîde dest bi xebatên lobî kiribûn. Berjewendiyên aborîyê dewleta wek qoz bikardanîn.
Ji bo di qada navneteweyî de vê televîzyonê kirmînal bide nîşandan, di warê dîplomasiyê de jî pêngavek dabûn destpêkirin.
***
Bingeha girtina televizyona med tv, li ser peymanek tekiliyên bi qirêj û tarî de ku di navbera Anqere û Brukselê de hatî îmzekirin, dest pêkir.
Di 18ê Adara sala 1996an de, di vê peymanê de, navê vê operasyonê wek “Operasyona Spûtnîk”hatibû bi navkirin.
Di vê pêvajoyê de hikumeta Tansê Çîler li desthjilatdariyê bû. Mehmed Agar jî wê dem ê Midurê Emniyetê yê giştîbû.
Ev peymana ku li Enqerê hatibû îmzekirin bûbû sedema erişên saziyên kurdan yê ewropa..
Yek jî hedefê vê operasyonê têlevizyona Med tv bû.
Destdan ser pereyên şîrketa Roj NV ya ku ji bo Med Tv bername amade dikir.
Dema ku 13 Milyon Mark li Luksenbûrg û 5 Milyon Frank jî li Swêdê ji bo kirêya Satalîtan hat razandin, dewletê dest danî ser van pereyan û li ser daxwaza dewleta Belçîka ev pere li wêder hat biloqe kirin..
Demek şûnde di 16 Îlona sala 1996an de hedef evcar studyoyên MED TV yên li Bruksel li navçeya Denderleuw bû..
Di operasyona li hember tv kurd 200 jenderme û polêsên Belçikî cîh girtibûn..
***
Gelek xebatkar û mêvanên tv hatibûn binçavkirin. Yên hatin binçavkirin birin navendê Jandermeyan. Ji van kesan 5 rêvebirên televizyonê mehek girtî man. Dîlan Kanat jî kesek ji van girtiyan bû..
***
Belgeyên ku li Belçîqa bi destketibun di Hezîrana sala 1997an de di rojnameya De Morgen de hatibû weşandin. Li gor îdeayên rojnamê, plana vê operasyonê li enqerê hatî dayin û peyman ji aliyê herdûn dewletan ve hatî îmzekirin..
Dîsa li gor Rojnama De Morgên, ev peyman di 9ê Tîrmehê de di navbera midirê ewlekariyê giştî yê Belçîka Wîlly Darîder û û mudirê ewlekariyê giştî yê Tirkiyê yê demê Alletîn Yuksel ve hatî îmzekirin..
Piştî erişê studyoyên ku li Denderleuw nedihatin bikaranîn û Brîtanya jî lîsans dabû seknandin.
Med tv piştî vê erişê demek weşanê xwe li studyoyûn Swêdê dewam kir.
Doz hat vekirin û ev doz li Birîtanya dihat şopandin.
Piştî demek dirêj,Polîsê Brîtanya “skod land yard” di sala 1997an doza li hember Med Tv û Weqfa çanda Kurd vekiribû bi awayek fermî da seknandin.
Polîsê Brîtanya “skod land yard” dîsa biryarda ku 13 milyon markê li Luksenbûrg û 5 milyon Frankê ku li Swêdê ji bo kirêkirina satalîk hatibû veqetandin û destdabûn ser, ji nû ve bidin weqfa çanda Kurd..
Med tv piştî vê biryarê cardinan li studyoyê xwe yê Belçîka dest bi weşanê kir.
Lê zext û erişên dewleta tirk bê sekin dewam dikirin. Di pêvajoya dozê de kurd di nav fikarandebûn ku ewê têlevizyona wan were girtin.
Piştî demek ev weşana Med Tv dewamkir. Eriş û hewldanên dewleta Tirk yên ji bo girtina televizyona kurd jî bêsekin dewam kir. Di sala 1999’an de vêcar li ser dewleta Brîtanya zextê kirin ku lîsansa Med TV’yê betal bike. Di encam de yekemîn telewîzyona gelê kurd bê deng kirin
***
Di ser vê dozê de 6 sal derbasbûbû Belçîqa di sala 2001an de ji nûde ev doz vekir.Di dozê de 17 rêvebirên têlevizyonê bi îdeayên, avakirina rêxistina sûc û sipikirina pere hatin darizandin.
Di vê dozê de li ser daxwaza dewleta tirk gelek îdeayên ji rastiyê dûr anîn rojevê.
Di pêvajoya dozê de ev belgeyên ku anîbûn dozê ji aliyê dadgeriyê ve di cîh de nehat dîtin.
Di daneşîna 7ê Îlona sala 2007ande dadgeha Luxsembûrg biryarda ku ev doz ji ber demê ketiye.Dîsa di vê biryarê de hemû amûr û pereyên ku dest danin ser paşve were dayin..
Piştî vê biryarê dewleta tirk û dozger li dijî vê biryarê derketin û doz birin dadgeha bilind.