"Ber bi Çareseriyê ve: Rapora Nirxandina der barê Pirsgirêk, Merc û Îhtimalan de" ya ji aliyê Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê, Doç. Dr. Ayşe Betul Çelîk, Rojnameger Murat Çelîkkan, Doç. Dr. Evren Balta, Alk. Doç. Dr Nîl Mutluer û Doç. Dr. Levent Korkut hat amadekirin û têkildarî geşendanên û kêmasiyên du salan ên pêvajoya çareseriyê û ji bo ev kêmasî ji holê bên rakirin pêşniyarên çareseriyê cih digirin hate aşkerakirin.
"Ber bi Çareseriyê ve: Rapora Nirxandina der barê Pirsgirêk, Merc û Îhtimalan de" ya ji aliyê Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê, Doç. Dr. Ayşe Betul Çelîk, Rojnameger Murat Çelîkkan, Doç. Dr. Evren Balta, Alk. Doç. Dr Nîl Mutluer û Doç. Dr. Levent Korkut hat amadekirin û têkildarî geşendanên û kêmasiyên du salan ên pêvajoya çareseriyê û ji bo ev kêmasî ji holê bên rakirin pêşniyarên çareseriyê cih digirin li Salona Cezayir a Beyogluyê bi civînekî çapemeniyê hate aşkerakirin. Berdevkê Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê Hakan Tahmaz di destpêkê de axivî û diyar kir ku di pêvajoya çareseriyê ya du salin berdewam dike de rapor li ser kêmasiyên tên jiyîn amade kir û ji bo çareseriya wan pêşniyar pêşkêş kirin.
Tahmaz anî ziman ku pirsgirêka Kurd bi aştiya herêmê re di nav hev de derbas dibe û aştiya herêmê ji bo pêvajoya li Tirkiyeyê tê meşandin gelek girîng e. Tahmaz da zanîn ku nîqaşên di navbera hikûmet û Serokkomar Erdogan de pêk tê pêvajoya çareseriyê bi bandor dike. Tahmaz bilêv kir ku divê di hilbijartinê hemû namzet li hemberî pêvajoya çareseriyê baldar bin.
JI 5 BEŞAN PÊK TÊ
Rojnameger Murt Çelîkkan diyar kir ku rapor ji 5 beşan pêk tê. Çelîkkan anî ziman ku di pêvajoya çareseriyê de geşedanên hatin jiyîn û asta hatinê bi dest girtine. Çelîkkan, da zanîn ku di destpêka raporê de pêvajoya Osloyê jî dest girtin û wiha got: "Dîsa aliyê pêvajoyê yê herî girîng ê civakbûnê me lêkolîn kir. Dema me nivîsand em ji mînakên cîhanê fêde girt û dê li Tirkiyeyê çawa bandor bike derxistin holê."
Çelîkkan bilêv kir ku di raporê de ligel pêşniyarên çareseriyê jî cih digirin û ji bo pêvajo mayînde bibe li ser nuqteyên qels rawestiyan. Çelîkkan destnîşan kir ku herî zêde jin di şer de mexdûr bûn û tevlî pêvajoya nebûne û pêvajoyên muzakereyê mayînde nîn in û di cîhanê de mînakên vê yekê hene.
‘KRÎZÊN BÊN JIYÎN BI TEVLÎBÛNA DERDORÊN CUDA DIKARIN DERBAS BIKIN'
Hîndekara Zanîngeha Sabanci Doç. Dr. Ayşe Betul Çelîk jî diyar kir ku piştî pevçûnên bi salan asta hatinê girîng e û pêvajoyên pevçûnan bi xwe re gelek pirsgirêk anîn. Çelîk anî ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêkan jî divê mekanîzma û aktorên siyasî li hemberî hev biaxivin. Çelîk da zanîn ku aktorên pêvajoyê axivîn girîng e lê hê nêzîkahiyek tevahî negirtine û ji bo ji bo aştiyeke mayînde divê derdorên cuda bikevin dewreyê.
Hîndekarê Zanîngeha Medîpol Doç. Dr. Levent Korkut jî bal kişand ser pirsgirêka girtiyên nexweş û divê pirsgirêka girtiyên nexweş derveyî pêvajoya çareseriyê bê destgirtin. Korkut, anî ziman ku li Tirkiyeyê bi pirsgirêkan re rû bi rû hatin hê pirsgirêk tên jiyîn û wiha got: "Pirsgirêka herî girîng a pêvajoyê sazîbûn pêk nehatine. Ji ber vê yekê rîsk hê hene."
KÊMASÎ Û PÊŞNIYARÊN ÇARESERIYÊ
Rapor ji 5 beşên "Rêya ber bi pêvajoya aştiyê ve diçe", "Pêvajoya Aştiyê: Muzakere û hiqûq", "Civakbûna pêvajoya aştiyê", "Aştî û ewlehiya însanî" û "Bi pêşerojê re rû bi rû bûn" pêk tê.