Malbata mexdûrê bendavê xwe ji bo greva birçîbûnê amade dike

Li navçeya Dêrsim Nazimiye, Malbata Andûç ji ber ava li Bendava Pembelîkê mexdûr bû û li hemberî vê rewşê dikeve greva birçîbûnê.

Li navçeya Dêrsim Nazimiye, Malbata Andûç ji ber ava li Bendava Pembelîkê mexdûr bû û li hemberî vê rewşê dikeve greva birçîbûnê.

Li navçeya Dêrsim Nazimiyeyê, ji ber HES û Bendava Pembelîk a li ser Çemê Perî hat çêkirin û av lê kom bû, malbata Andûç a li gundikê Ilisû yê gundê Dallibahçe dimîne, asê man. Malbat, ji ber ku xwarina bixwe nemaye, wê bikeve greva birçîbûnê. Ayhan Andûç diyar kir ku ji ber bendavê rêya wan a di navbera Nazimiye û Depê de qut bûye, lewma li gund asê mane û anî ziman ku ew di navbera Bendava Seyrantepe û Pembelîk de hatine terikandin.

Andûç da zanîn ku haya wan jê tinebû bendavên ji aliyê kargeha Lîmak ve hatin çêkirin wê rêyên gundan di binê avê de bihêlin û got, "Ev 4 meh in li vî gundikî bi hevsera xwe re bi tenê dimînin. Destpêkê rêya me ya ber bi Nazimiye ve bi Bendava Seyrantepe di binê avê de hiştin. Piştre jî bi Bendava Pembelîk re rêya me ya ber bi Depê ve girtin. Di vî warî de nêrîna me qet nehat girtin. Tevî qetlîama xwezayî, kargeha Lîmakê jiyana mirovên bi sedan salane li vî gelî dijîn, ser û bin kir."

MALBAT KIRIN DU PARÇE

Andûç diyar kir ku dê û xwişk-birayê wî li aliyê din ê bendavê mane û ji ber xwarina wan nemaye ew dikevin greva birçîbûnê. Andûç got, "Li welatên cuda yên cîhanê, îro ji bo jiyana zindiyekî li çolê were parastin, hemû derfet tên seferberkirin. Lê belê em 4 meh in li vir asê mane, rayedar jî ker û lal in. Dê û birayê min çûbûn Depê, heta ku vegeriyan ava bendavê bilind bû û nekarîn vegerin gund. Niha li Depê li cem xizmên me dimînin. Mirov ji me re xwarinê tînin, lê belê ji ber ku av bilind bûye, nagihêje me. Eger bi vî rengî dewam bike, em ê bikevin greva birçîbûnê. Ji ber ku xwarina me li ber tinebûnê ye."

NIKARIM TEDAWÎ BIBIM

Andûç ragihand ku ji ber qeza kar ew teqawît bûye, divê bê tedawîkirin û got, "Ev 4 meh in min mehaneyê xwe yê teqawîtiyê nestendiye. Her wiha nexweşiyên min ên derûnî jî hene, divê derman bigirim li bajêr tedawiya psîkolojîk bibînim. Li vê derê dilê yekî ji me ji nişka ve tengav bibe, em ê bimirin. Rayedar qet li me negeriyan. Ez li qeymeqamê Nazimiye geriyam, min rewş jê re vegot lê mixabin mijûl nabe."

EV 4 MEH IN NIKARIM ZAROKÊN XWE BIBÎNIM

Dayik Adîle Andûç diyar kir ku 2 zarokên wê ji ber diçin zanîngehê, ji derveyî bajêr tên û anî ziman ku zarokên wê yên di betlaneya nîvê salê de hatin, neçar man vegerin. Dayik Andûç got, "Du zarokên min hene li derveyî bajêr diçin zanîngehê. Hatin, lê li aliyê din ê li bendavê destê xwe ji me re rakirin û çûn. Ev 4 meh in min destê xwe nedaye zarokên xwe. Ev 4 meh in em nikarin xerciyê bidin wan. Her wiha eger me zanîbûya ava bendavê wê ewqasî bilind bibe, me yê li gorî wê tedbîrên xwe bigirta. Em dixwazin li hemberî vê zilma li erdê me yê xwedî tabû, bêdeng nemînin. Me zanîbûya wê wiha bibûya, ya ev kargeh wê canê me ji me bistanda, yan jî me yê nehiştibûna bendav bihata çêkirin. Divê em ji niha û pê ve destûrê nedin çêkirina bendavan."