Lîstikvanên Şanoya Sîmûrg a Enqereyê li Ewropayê ne

Lîstikvanên Şanoya Sîmûrg a Enqereyê, bi wesîla 30. salvegera wefata Rûhî Sû, li gelek navendên Ewropayê muzîkala belgesel pêşkêş dikin.

Lîstikvanên Şanoya Sîmûrg a Enqereyê, bi wesîla 30. salvegera wefata Rûhî Sû, li gelek navendên Ewropayê muzîkala belgesel pêşkêş dikin. 

Lîstika ku derhêneriya wê Cengîz Sezgîn û nivîskariya wê Serdar Dogan kiriye, ji aliyê Ogûz Boran, Atilim Temûr û Serdar Dogan ve tê lîstin. Di lîstikê de tembûr û muzîk ji aliyê Malîk Încî, ronahî jî ji aliyê Mûrat Atilmiş ve tê  amadekirin.

Lîstik, bi pêşengiya Navenda Çanda Elewiyan a Morbîhan a li bajarê Lorîent ê Fransayê, li salona Salle de fetes Ploûayê hat lîstin. Derhêner Sezgîn ragihand ku wê lîstik di rojên pêş de li gelek navendên Ewropayê derkeve pêşberî temaşevanan û ew dixwazin bi vê yekê re jiyana Rûhî Sû û siyaseta Tirkiyeyê ji nifşên nû re ragihînin.

Ogûz Dogan ê di lîstika yek kesî de lîst, li ser cûnta 12'ê Îlonê û cûntayên dewama wê, skeç pêşkêş kir. 

Lîstikvanên Şanoya Sîmûrg a Enqereyê, wê di rojên pêş de lîstikên xwe li van navendan bilîzin:

12'ê Nîsanê: Aûsbûrg

16'ê Nîsanê: Viyana

16'ê Nîsanê: Însbûrg

19'ê Nîsanê: Woralberg

25'ê Nîsanê: Stûttgart

 

...