Lîstika yekemîn car bi kurdî 'Hirç û Xwazgînî' li Êlihê bû
Lîstika yekemîn car bi kurdî 'Hirç û Xwazgînî' li Êlihê bû
Lîstika yekemîn car bi kurdî 'Hirç û Xwazgînî' li Êlihê bû
Şanoya bi navê ‘Hirç û Xwazgînî’ ku ji hêla listîkvanên “Teatro Sî ” ve li Êlihê hate lîstin ji aliyê Êlihiyan ve bi baldariyek û eleqeyek mezin hat temaşekirin. Ev lîstik cara yekemîn li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê bi kurdî hatiye wergerkirin û tê lîstin.
Duh êvarê lîstika bi navê “Hirç û Xwazgînî’ listika ku ji hêla nivîskarê navdar yê Rûs Anton Çêxov ve hatiye nivîsandin jî hêla Têmûrê Xelîl û Aysel Tabak ve ji zimanê Rûsî bo zimanê Kurdî hatiye wergerandin. Ji hela Koma Şanoyê ya bi kurdî “Teatra Sî” ve li Salona Yilmaz Guney a Êlihê hat lîstîn.
“Teatra Sî” ku li bajarê Tirkiyê Stambolê xwebatê xwe yê hunerî didin meşandin heya niha gelek cara ev lîstik li gelek cihan dane lîstandin. “Hirç û Xwazgînî” ji du lîstikan pêk tê û ev her du lîstik bi yek perdeyekê derdekive ser dike. Di naveroka lîstikan de henek mijareke sereke ye. Lîstika “Hirç” li ser miroveke hirçane ye ku li ser jinekê jinebî hirçîtiyê dike. Lîstika “Xwazgînî” jî naveroka wê li ser kesekî ye ku evîndarê keçikekî dibe û hewl dide dê çawa ji xwe re bixwaze. Lîstik ji serî heta dawiyê rastî kenê temaşevanan û baldariya wan hat. Di dema xelaskirina lîstikê de temaşevan rabûn ser piyan û ji lîstikvanan re li çepikan dan.
Lîstika ku ji aliyê Baran Demîr ve derhênertiya wê tê kirin bi lîstikvaniya Baran Demîr, Bêrîtan Erdal Ayna, Rojda Yavuz, Dawn Hannahan û Orhan Ozen ve hate pêşandan. Heta niha lîstik li Stenbol, Moskowa û Mêrdînê derketiye pêşberî hûnerhezan û şanohezan. Dê lîstik îro li navçeya Hezo ya Êlihê bê û rojên din jî dê li Amedê be.
Ev lîstika “Hirç û Xwazgînî” ya nivîskarê navdar yê Rûs Anton Çêxov e, lê heta niha ev lîstik hemû caran li Tirkiyê bi zimanê tirkî hatiye çêkirin. Ev yekemîn cara ji aliyê Koma Şanoyê ya “Teatro Sî” ve bi zimanê kurdî hatiye çêkirin. Ji ber vê yekê jî bala gelek temaşevanan dide ser xwe. Armanca komê jî ew e ku bi lîstikên kurdî şano û hûnera kurdan mezin û geştir bikin.