Li Wargeha Şehîd Rûstem roja Zimanê Kurdî hate pîroz kirin
Li Wargeha Şehîd Rûstem roja Zimanê Kurdî hate pîroz kirin
Li Wargeha Şehîd Rûstem roja Zimanê Kurdî hate pîroz kirin
Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem bi boneya roja Zimanê Kurdî daxuyaniyek hate dayîn û Cejna Zimanê Kurdî hate pîroz kirin.
Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Saziya Perwerdeya Zimanê Kurdî biboneya Cejna Zimanê Kurdî li ber Dibistana Navîn ya Şehîd Jiyan daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku, gelê Kurd bi salan ji hela hêzên desthilatdar û dagirkeran ve hatiye perçiqandin û bizext û zordariyan re rû bi rû ma ye.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Bi hezaran sale Gelê Kurd ji tevayî mafên gerdûnî û mafên mirovî hatiye bê par hiştin û herdem zordarî li ser hatiye meşandin. Ev qirkirin û zordarî ne tenê di hêla fîzîkî de, di hêla giyanî, çandî, derûnî, zayendî û gelek aliyên din de pêk hatiye. Çand û dîroka wan hatiye dizîn. Hebûn û nirxên wan hatiye binpê kirin. Bi taybet zimanê Gelê Kurd ku nasnameya wan bû hatiye qedexekirin û hewldanên bişaftinê herdem bûye armanca bingehîn ya dagirkerên Kurdistanê û hêzên desthilatdar."
Di berdewama daxuyaniyê te hat diyarkirin ku, li beramberî tevayîvan êrîş û pêkanînên ne exlaqî û dij-mirovahiyê, gelê Kurdê qehreman tu caran serê xwe ne tewandiye û berxwedane kî birûmet daye nîşandin. Li gel ewqas êş, azar, zorî û tengasiyan ger em li asta zimanê Kurdî ya îro ku bi saya Rêber APO, tekoşîna azadiyê û pakrewanên nemir gihiştiyê binêrin, em dikarin bêjin tekoşîna pêşiyên me û keda şehîdên me hêlaye em îro serbest û azad bi zimanê dayîka xwe bihizirin, bipeyivin, bixwinin û binivîsin.”
Saziya Perwerdeyê di daxuyaniya dayî de anî ziman ku, “Em weke Saziya Perwerdeya wargeha Ş.Rûstem Cûdî roja Cejna Zimanê Kurdî serî de li Rêber APO, tekoşîna azadiyê, şehîdên bê mirin û tevayî gelê Kurd yê ji bo hebûna xwe tekoşîn dide pîroz dikin û bang li tevayî gelê Kurd dikin li zimanê xwe, xwedî der bikevin, ji ber ku zimanê me dîrok, çand, nasname û hebûna me ye. Ji ber ku ger ew çavên xwe nevekin jî û gûhê xwe ne vekin jî, gelê Kurd biryara xwe ya parastin û pêşxistina zimanê dayîka xwe zimanê Kurdî daye."
Piştî daxuyaniyê girseyê dirûşmayên "Bijî SerokApo" qîr kirin.