Li Wanê ji bo perwerdeya zimanê dayikê dê îmze bên komkirin
Li Wanê ji bo perwerdeya zimanê dayikê dê îmze bên komkirin
Li Wanê ji bo perwerdeya zimanê dayikê dê îmze bên komkirin
Rêxistinên civakî yên sivîl ên li Wanê bi daxwaza perwerdeya zimanê dayikê dest bi kampanya berhevkirina îmzeyan dikin. Îmzeyên heta 10'ê Îlonê li Parka Feqiyê Feyran û Kolana Hunerê bên berhevkirin, dê bi mîtîngekê radestî Muduriyeta Perwerdeyê ya Milî bê kirin.
Der barê kampanya îmzeyan a ji bo perwerdeya zimanê dayikê ya li Wanê, rêxistinên civakî yên sivîl li avahiya Egîtîm-Sen'ê Şaxê Wanê civîneke çapemeniyê lidar xistin. Di civînê de Hevserokên HDK'ê Esen Gunay, Harûn Okay, Serokê KURDÎ-DER a Wanê Îsmaîl Aşkan û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ên di kampanyayê de cih digirin, amade bûn.
Hevseroka HDK'ê Esen Gunay der barê kampanyayê de daxuyanî bi Kurdî da û diyar kir ku Kurdî di her qada jiyanê de hînê zimanekî qedexekirî ye û got, "Li dû pêvajoya 21'ê Adarê Serokwezîr dibêje "Perwerdeya Kurdî dê welêt parçe bike". Perwerdeya zimanê dayikê mafeke û mafê zarokên Kurd hene ku heta zanîngehê bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibînin."
Gunay got, "Em weke saziyên perwerdeyê dixwazin ji pêvajoya beriya dibistana seretayî heta zanîngehê di hemû qadên perwerdeyê de zimanê Kurdî were bikaranîn. Bi vê armancê emê li parka Feqiyê Teyran û Kolana Hunerê dezgehên îmzeyan deynin. Îmzeyên ku em heta 10'ê Îlonê ber hev bikin, bi mîtîngekê emê radestî Muduriyeta Perwerdeyê ya Millî bikin."