Li Wanê di nav 3 salan de 160 penaber mirin

ÎHD'ê û Komeleya Koç û Lêkolînê ya Serhedê ragihandin ku di nav 3 salan de li Wanê 160 penaber di rê de mirine.

Şûbeya Wanê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Komeleya Koç û Lêkolînê ya Serhedê têkilî mirina li ser sînorê Wan-Îranê daxuyanî dan. Endamê Rêveberiya Navendî ya ÎHD'ê Hamdî Bayhan li şûbeya ÎHD'ê daxuyanî da û got ji mirina penaberan a li ser sînor dewlet berpirs e. Bayhan diyar kir penaber û koçber mexdûrên polîtikayên şer in.

Bayhan ragihand di nav 3 salan de 49 penaber bi qufilandinê, 68 bi xeniqandinê, 42 bi qezayên trafîkê, 1 jê bi çekan tevahî 160 penaber mirine.

Bayhan bi berdewamî got di serî de parêzvnên mafê mirovan divê civak li bara penaberan bi berpirsyaryia xwe rabe.