Li Wanê buhayê êm û ka gelekî zêde bûye

Di vê demê de ku krîza aboriyê giran bûye, cotkarên karê sewalkariyê dikin, di nava şert û mercên zehmet de li Wanê xwe ji bo zivistanê amade dikin. Cotkar ji ber zêdebûna buhayê êm û ka zor û zehmetiyan dikişînin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, ku krîza aboriyê giran bûye, gelek sektorên hilberînê rawestiya ye. Ji ber krîzê bi sed hezaran kes bêkar mane, bi deh hezaran kargeh ahtine girtin. Sektora ku derba herî giran ji krîza aboriyê xwar jî sewalkarî ye. Ji ber krîza aboriyê ya desthilatdariya AKP-MHP'ê buhayê êm her zêde dibe. Ev jî dibe sedem ku sektora sewalkariyê têk biçe.

Sala 2021'ê tonek ka bi 1300 lîre bû, sala 2022'an bû 5 hezar lîre. Buhayê êm ji 150 lîreyî bû 550 lîre. Ji ber krîza aboriyê buhayê êm û ka zêde bû, lewma gelek sewlakar û cotkar neçar man dest ji karê xwe berdin. Li Wan û bajarên din ên herêma Serhedê ku navenda sewalkariyê ne, cotkar ji zêdebûna buhayê êm, giha û ka gazinan dikin. Bi payîzê re fikara sewalkaran zêde bû. Li gel buhayê zêde cotkaran dest bi stokkirina êm û ka ji bo zivistanê kirin.

BI VÎ BUHAYÎ ZEHMET E KU SEWAL BÊNE XWEDÎKIRIN

Yûnûs Emre Îşler ê li Wanê sewalkariyê dike, debara xwe bi vî karî dike. Îşler anî ziman ku ji ber krîza aboriyê nikarin bi têrkerî êm û ka ji heywanên xwe re bikire û got, "Beriya krîzê me li axurê zêdeyî 50 heywan xwedî dikir. Bi sewalkariyê me debara malbata xwe dikir. Bi pereyê ku me par 50 ton ka û giha dikirî, îsal tenê dikare 20 tonî bikire."

Îşler ragihand ku niha tenê dikarin 10 heywanan xwedî bikin, sedema vê jî 'buhayê zêde' ye. Îşler diyar kir ku bi ka ya kiriye nikarin xwe bigihînin biharê û got, "Her roj zem tê kirin. Bi vî buhayî zehmet e heywan bê xwedîkirin. Tevî vê yekê jî em hewl didin dest ji vî karê xwe yê bav û kalan bernedin."

YÊN KU KRÎZ AFIRANDIN DIXWAZIN GEL XIZAN BIKIN

Mûhsîn Çîftçî jî ji ber krîzê, îsal tenê kariye 10 ton ka bikire. Çîftçî diyar kir ku buhayê êm û ka îsal û par gelekî ji hev cuda ne û got, "Ji bo kayê 10 tonî 50 hezar lîre dida. Li gel êm, buha digihêje 100 hezar lîreyî."

Mûhsîn Çîftçî destnîşan kir ku ew tevahiya salê nikarin 100 hezar lîreyî qezenç bikin û got, "Tevî vê yekê jî em neçar in ji bo heywanên xwe bikirin. Eger ka û êm têra mehên zivistanê neke, em ê ji neçarî careke din bikirin. Di vir de sûcê cotkaran nîne. Yên ku krîz afirandine, hewl didin gel xizan bikin û bikin hewcedarê xwe. Haya me ji vê yekê heye."